ENQERE - Endama ÎHD'ê Nûray çevîrmen, destnîşan kir ku ji ber girtiyê nexweş Huseyîn Sari nayê tedawîkirin rewşa wî giran bûye û xwest Sari bê tedawîkirin.
Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş, di çalakiya xwe ya 210'emîn de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Huseyîn Sari ku Di Girtîgeha tîpa T a Akhîsar a Manîsayê de ye. Daxuyanî li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hat dayîn û rojnamevan Huseyîn Akyol jî tev li çalakiyê bû. Li ser navê Înîsyatîfê Desteya Rêvebir a Navendî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen daxuyanî da û di daxuyaniyê de bal kişand ser madeya duyem a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) ku di madeya duyem de tê gotin: "Mafê jiyanê yê herkesî bi qanûnê tê parastin."
'GELEK NEXWEŞÎN LÊ PEYDA BÛNE'
Çevîrmen, destnîşan kir ku di navbera 2017-2018'an de di girtîgehan de 25 kes mirine û ji kesên mirine 10 jê ji ber krîza dil û 15 jê ji ber nexweşînên cur bi cur mirine. Çevîrmen, da zanîn ku nexweşîna parkînsonê, nexweşîna dil, sematorfrom, hîpertansiyon, astim û gelek nexweşînên din li Sari peyda bûne.
GELEK NAME JI WEZARETA DADÊ Û TENDURISTIYÊ RE HATIN ŞANDIN
Çevîrmen, diyar kir ku Sari di 13'ê tebaxê de Sari name ji ÎHD'ê re şandiye û dema li Girtîgeha Bolûyê bûye, di 22'yê Çielya 2018'an de ew şandine Nexweşxaneya Numûne ya Enqereyê û ji bo tekîkên mayî diviya di 30'yê Çileya 2018'an de biçûna nexweşxaneyê, lê belê di 29'ê Çileyê de ew sewqî Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê kirine. Piştî Sari dişînin Girtîgeha Akhîsarê, Sari ji bo li Nexweşxaneya Numûne ya Enqereyê tetkîkên wî yên mayî bên kirin û bê tedawîkirin ji wezaretên dad û tenduristiyê re di ser 10'î re name diçîne, lê belê bi tu awayî bersiva nameyên wî nayên dayîn. Çevîrmen got: "Herî dawî wî birine Desteya Tenduristiyê ya Akhîsarê û di nav rojekê de hemû karê wî hatine temamkirin. Dosyeya ku Nexweşxaneya Numûneyê di du salan de temam nekir, li vira di rojekê de hatiye temamkirin. Lê belê ji bilî depresyonê tu nexweşînên wî di dosyeyê de nehatine nivîsandin."
Çevîrmen, bilêv kir ku di rapora Sari ku di 29'ê Mijdara 2016'an de girt tê gotin ku divê sê mehan carekê li klînîka cerahiyê bê kontrolkirin, lê belê ji ber li Bolû û Akhîsarê cerahiya sîngan tune ye nehatiye tedawîkirin. Her wiha Çevîrmen got, ji ber cezayê dîsîplînê li Sari hatiye birîn ji bo tedawiyê wî naşînin derveyî bajêr."
'REWŞA WÎ GIRAN DIBE'
Çevîrmen, der barê tenduristiya Sari de ev tişt gotin: "Nivîsandiye ku şert û mercên girtîgeha tîpa T ji bo tenduristiya wî nebaş e, ji ber astim pê re heye bi dermanan tedawî dibe û divê li cihê cixare lê tê kişandin nemîne. Ji ber kesên di odeya wî de piranî jê cixarê dikişînin, nikare bêhnê bistîne. Her wiha ji ber ku ji bo depresyonê tedawî dibe, cihê lê ye pir qerebalix e û ji ber vê yekê nerihetd ibe. Di nameya xwe ya ku di 13'ê Tebaxê de nivîsandiye diyar kiriye ku 20 roj in dermanên parkînsonê nedanê."
Çevîrmen, destnîşan kir ku her diçe tenduristiya Sari girantir dibe û got: "Divê tetkîkên Huseyîn Sari bên kirin û bê tedawîkirin û divê ji nexweşxaneyê tam teşekullî raporê bidinê."