Gokkan: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina hemû Rojhilata Navîn e
Temellî: Şere li Rojhilata Navîn bi Tecrîdkirina Ocalan dest pê kir

img
 
AMED - Aktîvîsta TJA Ayşe Gokkan, di mîtînga Amedê ya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de axivi û got: "Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina hemû gelê Rojhilata Navîn e." Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî bal kişand ser tecrîda liser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Şerê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye. Talankirin û şewitandina li Tirkiye bi tecrîdê dest pê kiriye. Em bang li rayedaran dikin û dibêjin hema niha tecrîdê rakin û rê li pêş hevdîtina parêzer û malbatê vekin." 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ku ji KCD, HDP, DBP, KESK, Meclis Dayikên Aştiyê, TJA û gelek rêxistinên civakî pek tê. li Qada 5'ê Hezîranê (îstasyon) mîtînga aştiyê pêk tînin. Di mîtînga "1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê" de bi deh hezaran kes beşdar bû. Girsê bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Qatîl Erdogan" berz kirin. Mîtîng, bi şîara "Aştî nayê tecrîdkirin" û bi dûrûşmeya "Bila zarok û ciwan nemirin, bila dawî li tecrîdê bê, bila girtiyên nexweş bên berdan, bila daristan neyên şewitandin" pêk hat. Aktîvista Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Hevseroken KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Halîme Işik axaftin kirin. 
 
'BIRÊZ OCALAN HETA NIHA 8 CARAN AGIRBESTA YEK ALÎ PÊŞ XIST, WERIN EM BE HEVRE YEKÎTIYÊ PÊŞ BIXIN'  
 
Ewil Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan derket ser dikê û gel silav kir. Gokkan, wiha got: "Ez dayikên ku ji bo aştiyê têdikoşin, ciwanên pêşerojê, zarokên roniya pêşerojê, jinên afirîner û kedkar û hemû hêzên li Kurdistanê silav dikim. Îro Roja Aştiya cîhanê ye. Lê ji xeynî 10 welatan li hemû welatên cîhanê şer heye. 65 milyon penaber in. Dîsa hişmendiya DAIŞ'ê û hemû hêzên weki DAIŞ'ê li Rojhilata Navîn bazara jinê dikin. Şerê cîhanê yê sêyemîn şerê li dijî jinê ye. Şerê li dijî Efrîn, Gever û gelek cihê din e. Rêberê Gelê Kurd Rêber Ocalan heta niha 8 caran agirbesta yek alî îlan kir. Tecrîda li ser Rêberê Aştiyê tecrîda li ser hemû Rojhilata Navîn e. Birêz Ocalan 40 salin ji bo aştiyê berxwedanek gelek mezin da. Werin em bi hevre vegerin sala 2013'an. Tenê ji Newroza Amedê beşekê bixwînin û bînin bîra xwe. Em bang li hemû hêz, însiyatif, rûsipî, porsipî û hemû pêşengên kurdan dikin ku werin bi hevre yekîtiyê ava bikin. Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Em tecridê qebûl nakin. Tecrîd mohra reş e." 
 
'DAYIK EDALET Û AŞTIYÊ DIXWAZIN'
 
Li ser navê Dayikên Aştiyê Halîme Işik jî gel silav kir û wiha got: "Îro Dayikên Aştiyê ji bo aştî, wekheviyê li virin. Ji ber ku Dayikên Aştiyê de bi can û bi ruhê xwe di nava xwînê de mane. Kezeba wan di nava xwînê de mane. Ji ber vê yekê aştiyê dixwazin. Hemu kesên aştiyê dixwazin, divê her dem li ser piyan, li kolanan û li her derê bin. Ji bo aştî, wekhevî yê li kolanan bin. Îro ger ku bi Rêber Ocalan re hevdîtin bikin dê li Rojhilata Navîn xwîn raweste. Divê her yek ji aliyekî ve gavan bavêjin. Ji bo mirov bes bên kuştin divê her du alî jî gavan bavêjin. Li her derê gund, bajar û çiya hilweşiya. Divê hemû dayik li aştiyê xwedî derkevin. Yên îro bêdeng bin, dê sibê dor bê wan jî. Dema em li zarokên xwe digerin, êrîşî me dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Dayik li zarokên xwe digerin. Dayik aştî û wekheviyê dixwazin. Dayik naxwazin, polîs, leşker, gerîlla û sivîl bên kuştin. Dayik ji bo aştiyê li kolan û qadan in. Ji bo zarokên kurd, ereb, tirk û hemû mirovan li kolanan in. Hemû zarokên me ne. Em vî şerî naxwazin.Êdî bes e. Em li ber malê dinyayê nasekinin. Lê kezeba me şewitiye. Êdî bes e. Em ji bo her kesî aştiyê dixwazin. Êdî bes e. Em ji hemû cîhanê tika dikin ku dest nedin welatê me. Dayik Edaletê û aştiyê dixwazin. Divê her kez rêz bidin hev. 
 
'ÎRO LI ÎMRALIYÊ BERXWEDANEK MEZIN HEYE'
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ji gel silav kir û wiha got: "1'ê Îlonê roja aştiya Cîhanêye. Ji bo carek din şer û kuştin çênebe ev roj îlan kirin. Niha di sedsala 21'an de dîsa şer heye. Hêzên desthilatdar dest dirêjî dewlemendiyên Qada Rojhilata Navîn dikin. Mafê gelê Rojhilata Navîn dixwin. Îro Rêber Ocalan di bin tecridek giran de ye. Îro li Îmraliyê berxwedanek mezin heye. Yên ku Ocalan tecrid kirin û avêtin Îmraliyê xwestin fikrên Ocalan tecrîd bikin. Lê Ocalan hemû planên wan pûç kir û ji bo Rojhilata Navîn projeya aştiyê pêş xist. Hêza faşîst a desthilatdar wekî AKP û MHP'ê li Rojhilata Navîn tenê şer û xwînê dixwazin. Tenê armanca wan jiyana xwe tenê xweş bikin û li jiyana xwe difikirin. Tu projeyek wan a ji bo çareseriyê tune ye. Îro li Rojhilat Navîn fikr û felsefeya Birêz Ocalan pêş dikeve û pêşerojê ronî dike. Piştî vê fikrê li Rojava berxwedan pêş ket. Ev berxwedan ne tenê ji bo gelê kurd bû. Ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn bû. Li rojava îro hemû bawerî û nasname li gorî reng û baweriya xwe dijîn. Li gorî felseyefa birêz Ocalan dijîn. Yên êrîşî Rojava dikin û Efrîn dagir kirin jî xwestin kurd nebin xwedî nasname û xwestin kurd nebin xwedî hêz û statu. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji ber ku aştî xwest ew girtin û avêtin zindanê. Vîna gelê kurd tune dikin. Kurdê aştiyê dixwazin û li xwe xwedî derdikevin digirin û davêjin zindanê. Em dibêjin 40 salin hûn bi ser gelê kurd de tên, lê we gelê kurd tune nekir. Bi van êrîşan gelê kurd tune nabe. Ger ku îro li Tirkiye pirsgirêka aborî kûr bûbe, sedema wê şerê li dijî gel3e kurd e. Ger ku hûn dixwazin aboriyê rast bikin, deriyê Îmraliyê vekin û bila bi Ocalan re hevdîtin bê kirin.  Erdogan dibêje ev rojana dê derbas bibin. Raste dolarê wî hene û ji bo wî ne persgirêk in. Lê gel di nava qeyranê de dijî. Çareseriya vê yekê bi çarserkirina pirsgirêka kurd pêkan e. Armanca me ya sereke ewe ku aştî, demokrasî û mafê mirovan li Rojhilata Navîn pêş bikeve ye. Em her dem dibêjin azadî azadî û azadî ji bo hemû gelê Rojhilata navîn.  Em baş dizanin ku tecrîda li ser Ocalan ne tenê li ser şexsê wî bi xwe ye. Li ser hemû gelê kurd û gelê Tirkiyeyê ye. Ger ku em têkoşîna xwe xurt bikin em dê tecrîda li Îmraliyê bişkînin. Tecrîda li ser Ocalan li ser me ye. Bo azadî, aştî û demokrasiyê divê em bi hevre têkoşîna xwe bilind bikin. 
 
'TEQEZ EM DÊ BI SER BIKEVIN'
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî herî dawî derket ser dikê û wiha got: "Em dîsa mil bi milan in û bi hevre ne. Em Stenbol, Îzmir, Çukurova, Efrîn û Şengalê silav dikin. Îro Roja Aştiya Cîhanê li hemû kesan pîroz be. Aştî, hevî, hezkirin, pêşeroj e. Dixwazin, hevî, pêşeroj û hezkirina me ji destê me bigirin. Em qet û qet hêvî û pêşeroja xwe nadin. Em li dijî îktîdara ku dixwazin qedera me ji destê me bistîne, qet û qet ji pêşeroja xwe venagerin. Em dîsa bi hevre ne û disa li dijî faşîzmê mil bi mil in. Bijî têkoşîna azadiyê. Bijî Amed, Serhad û Botan. Em dê vê têkoşîna azadî û aştiyê bilind bikin. Em tu car li dijî vê îktîdara faşîst gavan pavşve navêjin. Em de têkoşina xwe ya aştiyê her roj bêtir bilind bikin. Dema Nazî Polonya dagir kir, 79 salin li dijî faşîzmê têkoşîna aştiyê tê kirin. 
 
ÎRO BI MILYONAN TÊKOŞERÊ AŞTIYÊ HENE
 
Ji her demê bêtir bi lez e ku em niha li aştiyê xwedî derkevin. Em her dem dibêjin ên vedigerin bila vegerin, lê em ji rêya xwe venagerin. Ev têkoşîn bi xêra we we qas mezin bû. Hûn dê bi hêza xwe û vina xwe faşîzmê têk bibin. Hûn dê vê îktîdara riziyayî tek bibin. Di dirokê de her dem li dijî zilmê têkoşîna aştiyê pêş ket û didome. Îro bi milyonan tekoşîna aştiyê dide. Orhan Dogan, Musa Anter, Sakine Cansiz, Tahîr Elçî û bi sedan qasidê me yên aştiyê hene. Em carek din li vir wan bibîr tînin. Têkoşîna wan aştiyê ku dest pê kirin îro gihişt milyonan. Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin. Bila dost û dijmin bizanibe em dê biser bikevin. Teqez em dê bi ser bikevin. Em li dijî zilmê têdikoşin. Em bi xwe hûn bi xwe têkoşîn in. Tecrid li dijî aştîyê ye. Tecrîd li dijî azadiyê ye. Birêz Ocalan bi kedek mezin aştî pêş xist. Birêz Ocalan bi kedek mezin ev pêvajo pêş xist. Lê ev hewldan xera kirin. Ji wê ro jê heta îro, dahl. rez, û dilê de dişewite. Birêz Ocalan dema diyalog û muzakere dest pê kir, her kesî dît ku çawa aştî, aramî pêş ket. Amed û hemû gelan ev dît û her kes şahid e. Birêz Ocalan 7 salin nikare bi parêzerê xwe re  hevdîtni bikin. 783 carin daxwaza parêzeran a hevdîtinê tê redkirin. Destûr nadin ku malbat hevdîtinê bike. Telefon nikare bike. Nikare name bişîne. Ev zilm li dijî nirxê gelê kurd e. Ev êrîşa li dijî nixê gel e. Em carek din bang li rayedarên Tirkiye dikin û dibêjin dawî li vê zilmê bînin. demek beriya demekê bila parêzer û malbat biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin. 
 
ŞERÊ LI ROJHILATA NAVÎN BI TECRÎDA LI SER OCALAN DEST PÊ KIR
 
Şerê li Rojhilata Navîn bi tecrîda li Îmraliyê dest pê dike. Heta ku hûn li dijî vê zilmê dengê xwe bilind nekin hûn ji şirîkê vê yekê ne. Em dibêjn dawî li vê yekê bînin. Em dibêjin dawî li vê îşkenceyê bînin.  Ger ku Birêz Ocalan gihiştibûya azadiya xwe dê îro gelê Tirkiyeyê di rewşek pir cuda de bûya. Dê Tirkiye hemû pirsgirêkên xwe yên binesazî tev çareser kiribûna. Lê ji ber ku tecrîd didome, Tirkiye dikeve nava pirsgirêkên ku nikare ji nav derkeve. Divê demek berî demekê em ji vê feraset û vê hikûmetê xwe xelas bikin. Îro bi hezaran hevrêyên me girtî ne. Selehatîn Demîrtaş, Figen Yuksekdag, Selma Irmak, Sebahat Tuncel û bi hezaran hevalên me neheq girtî ne. Em qet ji têkoşina wan gavan paşve navêjin. Her roja borî em dê têkoşina wan bilind bikin. Em wan tevan silav dikin.  Vî welatî her roj dixin nava pirsgirêkan. Îro sedema hemû krîzan ev îktîdar e. Hem krîza aborî û hem jî krîaz siyasî sedema wê ev îktidar e. Her roj di ekranan de heman derewan dikin. Sedemê dikin hêzên derve. Dibêjin li dijî Tirkiye şerê aborî dane destpêkirin. Lê nayê bîra te, te û wan mil dabûn hev. Ma ne tu bû tu çû Sûriye nimêj kir. Ma ne tu bû te mil da hêzên derve. Li holê zilm heye. Sedema vê zilmê jî ev îktîdar û Erdogan bi xweye. Her roj bang li gel dikin û dibêjin dolarê bin balîga xwe hûr bikin û bikin TL. Her kesî wekî xwe dizanin ku di bin balîga wan de dolar heye. Lê di bin balîga gel de derd, xizanî û êş heye." 
 
HETA AŞTÎ LI ROJHILATA NAVÎN PÊŞ NEKEVE AŞTÎ NAYÊ TIRKIYE, HETA AŞTÎ NEYÊ TIRKIYE ARAMÎ NAYÊ EWROPA 
 
Destûr nedan Çalakiya Dayikên Şemiyê. Ev yek qet nayê qebûl kirin. Dîsa êrîşî cenazeyên me kirin û destûr nedan şînê. Ev yek qet nayê qebûl kirin. Werin em bi hevre li çalakiyên dayikan û şîna malbatên xwe xwedî derkevin. Niha daristanên Dersim, Şirnex dixewitin. Ev talankirin û wêrankirin e. Em dibêjin em li xwezaya xwe xwedî derkevin. Niha çeteyên OSO êrîşî Efrînê dikin. Talan dikin û wêrean dikin. Van kesan para xwe ji sinc û ebyê negirtine. Zilm li her derê ye. Li Idlibê ye. Îro li Idlibê neçareseriyê dispêrin. Lê em dibejin her dem gelê Sûriye dê bi xwe der barê pirsgirêken nava xwe de biryarê bidin. Heta aştî û demokrasî neyê Rojhilata Navîn neyê Tirkikiye. Ez li vir bang li Ewropa jî dikim. Heta Aştî neyê Tirkiye aramî jî nayê Ewropa. Em dibêjin dest ji bazirganiya penaberan berdin. Em hemû li ser hemû cîhanê dijîn. Ger ku em rê li pêş zilmê negirin. Ev zilm dê hemû cîhanê bipêçe. Em hêza xwe ji Efrîn, Kobanê, Mahabat, Kerkuk û dîrokê distînin. Tirkiye îro perçebûna herî kûr dijî. Sedema ve yekê jî polîtîkaya iktidara AKP'ê ye. Îktîdara AKP'ê li dijî kurdan û hêzên demokrasiyê şer îlan kiriye. Le em dê li dijî mirinê jiyanê pêş bixin. Li dijî şer aştiyê pêş bixin. Em dîsa dibêjin aştî bi têkoşînê peş dikeve. Bijî azadî, edalet,. demokrasî, wekhevî û edalet.  Ez bang li ciwanan dikim. Ev têkoşîn bi hevî û têkoşîna ciwanan heta niha hat. Bijî têkoşîna aştiyê. Bijî têkoşîna aştiyê." 
 
Axaftina Temelî, bi dirûşmeyên "Qatîl Erdogan" û "Bijî Serok Apo" hat qutkirin. 
 
Mîtîng bi stran û govendê bidodeme. 

Sernavên din

04/09/2018
16:15 Li Mazgêrdê hewldana tacîzê
16:15 Ji ber ku kar nedît xwest întîxar bike
16:10 ‘Li herêma şewatê yekîneyên veşartî hene’
15:46 Akar bi Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Jeffrey re hevdîtin kir
15:23 'Ji bo peyva birêz Ocalan lêpirsîn vekirin’
14:26 Bîlgen: Divê partî ji Hilbijartina 24'ê Hezîranê ders derxin
14:10 Malbatê bi Panahî re hevdîtin kir: Dixwazin min darve bikin
14:06 Saziyên bazirganiyê yên Amedê: Bila ji bo Kurdistana Federe seferên balafiran dest pê bike
13:41 SOHR: Rûsyayê Îdlîp bombebaran kir
13:22 Temellî: Dem dema demokrasiya herêmî û gel bigîhîjin hev e
13:06 Ji bo Panahî banga danekirina Îranê kir
12:46 Dadgehê gefa dê wan derbixin derve li parêzeran xwar
12:24 Polîsan destûr neda HDP’î derbasî goristanê bibin
12:12 Piştî 3 salan dosyeyên wan yek bi yek tên girtin
12:01 Gelek girtiyên li Antalyayê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
11:55 Malbata Panahî: Em li ber deriyê girtîgehêne, agahî ji Panahî tune ye
11:06 Aydenîza gef lê hat xwarin: Emê têkoşîna xwe bidomînin
10:30 Hevserokê HDP'a Îskenderûnê hat binçavkirin
10:24 Daristanên Colemêrgê dişewitin
09:54 Endamê PDKS’ê Îsa: Şerê li Sûriyeyê bi guhertina hişmendiya Şamê ve girêdayiye
09:50 Dundar a HDP'î: Astenkirina definkirina cenaze di hiqûqa dijminantiyê de jî tune
09:19 Li Êlihê fuhûş û tiryak belav dibe!
09:18 Mehmet Sîncar 25 sal berê hat kuştin: Li Tirkiyeyê tu tişt neguherî
09:17 Bi salan e portreyê Şahmeran li ser sifir dineqişîne
09:15 'Çapemeniya nivîskî li ber girtinê ye'
09:14 ‘Têkoşîna ji bo aştiyê têkoşîna ji bo tecrîdê ye'
09:13 Bateyî: Divê her kurd ji xwe bipirsa 'Îro min ji bo zimanê xwe çi kir' bike
09:00 ROJEVA 4'Ê İLONA 2018'AN
03/09/2018
18:54 Qedexeya li Licê û Hezroyê bi dawî bû
17:37 Dayika 73 salî ji bo bê berdan 4 mehin li benda raporê ye
17:16 Rêxistinên civakî qedexekirina çalakiya xizmên windayan şermezar kir
17:15 Heyeta HDP’ê li Helhelê ye: Bombebaran û gulebaranê jiyana gundiyan xistiye talûkeyê
16:57 Fadil Şenyaşar ê bav û 2 birayên wî hatin kuştin di hucreyê de tê girtin
16:51 HDP’iyan kesên ji ber şarbonê rakirin nexweşxaneyê ziyaret kirin
16:47 Polîsan mudaxaleyî çalakiya ji bo Panahî kir û 4 kes binçav kirin
16:40 Sînorê Dîlokê ji bo 15 rojan hat qedexekirin
15:31 CHP: Li Enqereyê 100 sewal bi Şarbonê mirin
15:28 Li Helhelê mal gulebaran kirin: Bav, dayik û Roza 2 salî binçav kirin
15:18 Daristana Geliyê Rojê 3 rojin dişewite
15:03 Baroya Amedê: Beyî pirsgirêka kurd pirsgirêkên din çareser nabin
14:52 Polîsan wekîlên HDP’ê tehdîd kir: Ez bi sîleha xwe bi bawerim
14:09 ÎRA’yê rapora tebaxê aşkere kir: 4 rojnameger hatin girtin
14:04 Ji bo kampa Telhamutê lêkolîn bikin serî li Îdareya Koçberiyê dan
13:40 Heyeta HDP’ê çû Licê
13:39 Rêveberê ENKS’ê Hemo: Cihê YPG’ê li Efrînê nîne
12:31 Navenda gund bombe kirin
11:55 Ji Hosseîn Panahî ê rastî cezayê darvekirinê hatiye peyam
11:54 Berdevkên EMK’ê: Qedexe nikarin pêşiya me bibirin
11:39 Hevserokên jin ên HDP’ê li hev kom bûn
11:28 Li gorî TUÎK'ê ji sedî 17.90 enflasyon zêde bû
11:02 ‘Şer zilma dewletê zêdetir kir’
10:55 Li Stenbolê Efserekî polîs kuşt
10:22 Serokê Giştî yê Tum Bel-Senê: Şaredarî 150 sal paşve ket
10:19 3 sal derbas bû lê agirê dilê wan venemirî
10:08 Bîlgîn: Hikûmet armanc dike jinê di malê de hepis bike
09:10 Di doza Soma de hemû îhmal û kêmasî got lê ceza nebirî
09:10 Melayê li ser cenaze nimêj kir 6 sal û 3 mehan ceza kirin
09:09 Qalik heye lê zerdik tune
09:09 Fuat Ercan: Piştî pençeşêr bedenê zeft bike aspirin nabe derman
09:08 Arat: Daxuyaniyên Transfobîk pişta qatilan miz dide
09:00 ROJEVA 03'Ê ÎLONA 2018'AN
08:41 Helîkoptêran gundê Helhelê bombebaran kir
02/09/2018
23:22 Parêzerên Cizîrê dê Tirkiyeyê li dadgehên navneteweyî gilî bikin
18:51 Hamzaoglu: Gel dê aştiyê bînin
Temellî: Şer bi rakirina tecrîdê bi dawî dibe
17:51 Dayikan li qada mîtîngê bang kirin: Em dê aştiyê diyarî zarokên xwe bikin
17:24 Li Sakarya qeza pêk hat: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
17:01 Mîtînga 'Aştî nayê tecrîdkirin' bi axaftinan dest pê kir
16:14 Bi deh hezaran dimeşin mîtînga aştiyê ya Bakirkoyê
14:43 Şewata li Çemê Roj didome
14:11 Ji ber krîza aborî 7 rojnameyên herêmî nehatin çapkirin
13:57 Piştî 3 salan qedexeya li ser Birca Kecikê radibin
11:44 Li Dîlokê maşîna karkeran qeza derbas kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:28 Ciwan li Dortmunê ji bo azadiya Ocalan dimeşin
11:05 Petrola herikî li peravê Foça û Aliaga belav bû
10:15 Erdogan: Bazirganiya Navneteweyî bêtir bi dolaran ve tê girêdan
09:46 Gelo dixwazin kujerê Selmanê 9 salî veşerin ?
09:28 Li Idlibê her kes ketine pey berjewendiyên xwe
09:01 'Em ê her dem li wê qadê bin'
09:00 Taşdemîr: Em ê di hilbijartina herêmî de destkeftiyên xwe paşve bistînin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2018'AN
01/09/2018
19:39 Rewşa girtiyê nexweş Sari her diçe girantir dibe
18:49 Gokkan: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina hemû Rojhilata Navîn e
Temellî: Şere li Rojhilata Navîn bi Tecrîdkirina Ocalan dest pê kir
16:53 Di Roja Aştiyê de çalakiya dayikên 'aştîxwaz' hat qedexekirin
16:49 Hevserokên HDP, KCD'ê ketin qada mîtîngê
16:14 Di teqîna EZAZ'ê de hêjmara kuştiyan gihişt 15'an
15:33 Cûdî du roj şewitî: Darên fistiqan şewitîn
15:20 '23 salin em li vir in, em venagerin'
15:19 Şewata li Licê didome
14:59 Destûra 'Çalakiya F’ jî nehat dayîn
14:46 Heyeta KESK’ê li Dersimê şewatê ji dûr ve çavdêr kir
14:32 Li Dersimê vê carê jî şewat li Newala Roj derket
14:31 Walî Êlihê jî çalakiya Şemiyê qedexe kir
14:09 'Di 3 salan de 4 hezar û 300 kes hatin kuştin, 7 hezar kes birîndar bûn'
14:02 Dadgehê biryara berhevkirina belavokên mitînga 1’ê Îlonê da
13:07 Polîsan mudaxaleyî bîranîna Komkujiya Enqereyê kir
12:22 Dayikên Şemiyê astengiya polîsan nas nekir û daxuyanî didin
12:06 Li Ezazê teqîn: 2 kes mirin û gelek kes birîndar bûn
12:00 Walî çalakiya xizmên windayan a Amedê qedexe kir
11:54 Şewata daristana Bedlisê hat vemirandin, lê daristan nema
11:44 Cenazeyê karkerê din ê di Dîcleyê de fetisî hat dîtin