STENBOL – Bi destûr nedayîna çalakiya Dayikên Şemiyê re di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê re yek ji çalakiyên herî dirêj ên li Tirkiyeyê hat qedexekirin.
Li cîhanê têkoşîna windayan di salên 1970’î de cara ewil li Arjantînê pişî darbeya eskerî dayikên zarokên wan hatin windakirin dest pê kir. Dayikên Arjantînî di 13’ê nîsana 1977’an de li Meydana Plaza de Mayo dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Tevî hemû astengî û zextan jî van dayikên Arjantînê kêliyek jî paş de gav ne avêtin û li aqûbeta zarokên xwe pirsîn. Çalakiya dayikan 30 sal dewam kir û vê çalakiyê kir ku diktatör Jorge Rafael Videla bê darizandin.
Li Tirkiyeyê jî xizmên windayan îlhama xwe ji dayikên Arjantînê girtin û di 27’ê gulana 1995’an de li Meydana Galatasarayê ji bo li aqûbeta xizmên xwe bipirsin dest bi çalakiya Dayikên Şemiyê kirin.
Li Meydana Galatasarayê cara ewil polîsan di sala 1998’an de êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê kir. Tevî hemû zext û êrîşan jî Dayikên Şemiyê yên li Qada Galatasarayê wek dayikên Arjantînê kêliyek dest ji çalakiya xwe bernedan dewam kirin. Di 1998’an de 7 meh çalakiya Dayikên Şemiyê rastî mudaxeleya polîsan hat. Dem bi dem dayik bi erdê re hatin kaşkirin û hatin binçavkirin. Dayikên Şemiyê di 13’ê adara 1999’an de neçar man di hefteya 200’emîn de navber bidin çalakiya xwe.
Çalakiyê 10 sal hat qedexekirin. Piştî hewldan û têkoşîna dayikan çalakiyê di 31’ê çileya 2009’an de carek din li Meydana Galatasarayê dest pê kir.
ERDOGAN SOZ DABÛ
Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan di 2011’an de li Ofîsa xebata xwe ya li Dolmabehçeyê li gel Dayikên Şemiyê re kom bû û nêzî 2 saetan bi wan re hevdîtin pêk anî. Erdogan di civînê de soz dabû Dayikên Şemiyê dê hestiyê zarok û xizmên wan bibîne û kiryaran jî derbixe holê. Lê hêj ne hestî hatine dîtin û ne jî kiryar hatine darizandin. Bi vê hevdîtinê re Erdogan rastiya kesên di binçavan de hatibûn windakirin qebûl kir.
DI 23 SALAN DE 16 DAYIK JIYANA XWE JI DEST DAN
Di 23 salên çalakiya Dayikên Şemiyê de 16 dayik bêyî hestiyên zarokên xwe bibînin û kirayar bên darizandin jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van dayikên jiyana xwe ji dest dan jî dayika Cemîl Kirbayir, Berfo Kirbayir (Ana) bû.
SOYLU FERMAN DA Û POLÎSAN MUDAXELE KIR
Dayikan Şemiyê xwe amade kirin ku di çalakiya 700’emîn de çalakiyek berfireh li dar bixin û li aqûbeta windayên xwe bipirsin. Lê li ser fermana Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu polîsan mudaxeleyî çalakiya Dayikên Şemiyê kir û di mudaxeleyê de dayik û welatî hatin derbkirin. Ji çalakvanan 47 kes hatin binçavkirin û di heman rojê de hatin berdan.
TEVÎ HEMÛ ASTENGIYAN LI SER PIYA BÛN
Tevî hemû astengkirin û destûr nedayînê jî Dayikên Şemiyê di hefteya 701’emîn de li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê hatin gel hev. Dayikan ji ber ÎHD’ê wêneyên windayan hildan û ber bi Qada Galatasarayê ve dest bi meşê kirin û bi biryar bûn li qadê çalakiyê li dar bixin. Lê balkêş bû di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de polîsan carek din destûr neda Dayikên Şemiyê ku biçin qadê. Bi destûr nedayîna çalakiya Dayikên Şemiyê re di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê re yek ji çalakiyên herî dirêj ên li Tirkiyeyê hat qedexekirin.