AMED - Hevseroken KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemir ketin qata mîtingê. Herikîna qata mîtingê didome.
Platforma Ked û Demokrasiyê ku ji KCD, HDP, DBP, KESK, Meclis Dayikên Aştiyê, TJA û gelek rêxistinên civakî pek tê Îro li Qada 5'ê Hezîranê (îstasyon) mîtînga aştiyê pêk tînin. Platforma Ked û Demokrasiyê dê "1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê" bi tevlêbûna deh hezaran pêk bînin. Mîtîng dê bi dûrûşmeya "Bila zarok û ciwan nemirin, bila dawî li tecrîdê bê, bila girtiyên nexweş bên berdan, bila daristan neyên şewitandin" pêk bê. Beriya mîting dest pê bike herikîna qada mîtingê bi girseyî didome. Ji 3 deriyan herikîna qada mîtingê berdewam dike. Mîtîng ku kêliyên pêş dest pê bike dê saet di 20:00'an de bi dawî bibe. Hevseroken KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemir qetin qata mîtingê. Herikîna qata mîtingê didome ji tax, navçeyên Amedê û bajarên derdorê berdewam dike.