EZAZ – Di teqina li Ezazê pêk hat de hêjmara kuştiyan gihişt 15 kesan. Zêdetirî 20 kesan jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ji heremê hat girtin, li navenda navçeya Ezazê ya Bakurê Sûriyê teqîn pêk hat. Di teqînê de hejmara kuştiyan derket 15'an û 20 kes jî birîndar bûn. Çavkaniyan destnîşan kir ku teqîn li ber konê ku endamên MÎT’ê endamên OSO lê di civînê de bûn pêk hatiye. Di dîmena ku hatî şandin de hat dîtin ku ji ber teqînê gelek zirarên madî çêbûye. Dibe ku hejmara kuştî û birîndaran zêde bibin.
Neheta zanîn ku teqîn çawa û ji aliyê kêve pêk hatiye.