ŞIRNEX – Li Çiyayê Cûdî ji ber topbarana eskerî şewata du roj berê derketibû ji aliyê welatiyan ve hat vemirandin. Di şewatê de darên fistiqan zirarek mezin dîtin.
Li qadên Şilerût, Girê Bêrmgê, Çala Gûzê û Gewa Kera yên li Çiyayê Cûdî yê bi ser Şirnexê ve ji ber topbarana qereqolên eskerî du roj berê şewata daristanê derketibû. Beşek mezin a vê şewatê ji aliyê welatiyan ve hat vemirandin. Di şewatê de rez, darên fistiqan û baxçeyên şêniyên herêmê jî zirarek mezin dîtin.