STENBOL - Xizmên windayan ên ku xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin û rastî astengiya polîsan hatin, diyar kirin ku 23 salin li vê qadê ne û venagerin. Dayikan anîn ziman ku dê di hefteya 702'an de dîsa li heman qadê bin û çalakiya xwe berdewam bikin.
Dayikên Şemiye ku di hefteya 701'an de tevî hemû astengiyên polisan dîsa daketin kolanan û meşiyan Qada Galatasarayê rastî astengiyan hatin. Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê tevî hemû astengiyan dîsa li Kolana Îstîklalê daxuyanî dan û aqûbeta windayan pirsîn. Dayikên Şemiyê bertek nîşanî astengiya polîsan dan û diyar kirin ku 23 salin li qadê ne û dê ji vê qadê venegerin. Dayikan tevî hemû barîkatên polîsan Aqûbeta Mehmet Ertak ê di 20'ê Tebaxa 1992’an de hat binçav kirin û windakirin pirsîn.
Dayikên ku rastî astengiyan hatin, helwest û bertekên xwe ji Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kirin.
YILDIZ: DEWLETÊ RÛYÊ XWE YÊ RAST DÎSA NÎŞAN DA
Dayika Murat Yildiz ê di 23'ê Sibata 1995’an de hat binçavkirin û windakirin Hanife Yildiz, diyar kir ku bi vê astengiyê dewletê carek din rûyê xwe yê rast nîşanî wan da û wiha got: "Îro Roja Aştiya Cîhanê ye. Di vê rojê de ruyê xweyê Faşizan nîşanî me da. Bi awayekî faşîzan xwest me asteng bike. Ew çiqas asteng bikin jî em dê disa israr bikin û em ji vê qadê venagerin. Em dê hefteya dê dîsa li vir bin."
TAŞKAYA: EM DÊ HER HEEFTE TEQEZ KOM BIBIN
Hevjîna Huseyîn Taşkaya yê di 6'ê Kanûna 1993’an de hat binçavkirin û hat windakirin Sultan Taşkaya jî berteka xwe anî ziman û wiha got: "23 kalin em li Qada Galatasarayê kom dibin. Em dê ji vê qadê venegerin. Em li xizmên xwe digerin. Em xerabiyê nakin. Çi bikin bila bikin em dê dîsa biçin qadê û çalakiya xwe berdewam bikin. Em pêşiya vê zilmê bernadin."
EREN: EM DÊ DI HER ŞERTÎ DE AQÛBETA WINDAYAN BIPIRSIN
Xwişka Hayrettîn Eren ê di 21'ê Mijdara 1980'an de hat binçavkirin û windakirin Îkbal Eren jî anî ziman ku ew dê di her teşt û mercan de aqûbeta windayan bipirsin û li qadê kom bibin.
TOSUN: BILA KÊLIYÊ GORÊN ME BIDIN ME EM ÊDÎ NAÇIN GALATASARAYÊ
Hevjîna Fehmi Tosun ê di 19'ê Cotmeha 1995'an de hat windakirin Hanim Tosun jî ani ziman ku li gel her tiştî dê her hefte derkevin Qada Galatasarayê. Her hefte em dê biçin Qada Galatasarayê.
ALÎ OCAK: BI ÊRÎŞAN DIXWAZIN HEQÎQETÊ VEŞERIN
Biraye Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995’an de hat binçavkirin û kuştin Ali Ocak. Ocak, jî anî ziman ku tevî hemû astengiyan 23 salin li qadê ne û dê ji vê qadê venegerin. Ocak, anî ziman ku bi van êrîşan dixwazin ser heqîqetê veşêrin.
MASÎDE OCAK: ME HER DEM ÇALAKIŞA AŞTIYANE PÊK ANÎ
Xwişka Hasan Ocak Maside Ocak jî anî ziman ku kesên di hefteya 700’emîn de destûr nedan, di hefteya 701’an de jî destûr nedan. Me her dem têkoşînek aştiyane pêş xist. Me xwest zerar negêje mirovên dora me. Wekî ku me niha got çawa Mehmet Ertak li Şirnexê hat binçavkirin û windakirin me xwest kujer bên darizandin. Em dê her dem li qada Galatasarayê bin.
KARAKOÇ: ME 23 SALÊN XWE DA QADA GALATASARAYÊ
Birayê Ridvan Karakoç ê di 20'ê Sibata 1995'an de hat windakirin û piştre cenazeye wî hat dîtin Hasan Karakoç jî anî ziman ku ji bo winda bên ditin wan 23 salên xwe da Qada Galatasarayê wiha got: "Dewlet 23 salin dixwaze dengê me qut bike. Em dixwazin winda bên dîtin û berpirsiyar bên darizandin. Me soz daye ku li gel her tiştî em têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji niha û şûnde em dê têkoşina xwe de israr bikin. 23 salên din jî derbas bibin em gavan paşve navêjin."