STENBOL – Ji ber Meydana Galatasarayê ji çalakiyan re hat qedexekirin, çalakiya “Rûniştina F” a ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş jî nehat lidarxistin.
Ji ber Meydana Galatasarayê ji çalakiyan re hat qedexekirin, çalakiya “Rûniştina F” a ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş jî destûr nehat dayîn bê lidarxistin.
Li ser destûr nedayîna çalakiya “Rûniştina F” a hefteya 336’emîn parêzvanê mafê mirovan neçar man li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran daxuyanî da û ji bo hemû girtiyên nexweşên giran bên berdan divê çalakiya Rûniştina F dewam bike.
‘DEYNÊ ME JI BO KOÇER OZDAL HEYE’
Onaran bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Koçer Ozdal ê hefteya bihûrî jiyana xwe ji dest da û got: “Destûr nedan em xatirê xwe ji Koçer Ozdal bixwazin. Nehiştin em tev li merasîm û şîna Ozdal bibin. Em bi rewşek wiha re hevrû ne. Deynê wîjdan em bidin Koçer Ozdal bi rastî jî gellek zêde ye.”