DERSIM – Heyeta ji KESK’ê pêk tê ji bo şewata li Dersimê lêkolîn û çavdêr bike çû Dersimê.
Heyetek ji Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) pêk tê ji bo şewata li herêmên Geliyê Avgasor, Newala Balî, gundê Muşkirek, mezra Rengul, mintîqa Kartan, Çiyayê Sincik û Çiyayê Xoşiruk, gundê Dîkenlî û Mahmut û Garîpuşagi ji ber xwe ve hat vemirandin bişopîne ji ber destûra wan nehat dayîn ji dur ve çavdêrî kirin. Taxrîbata şewata 6 rojan ji dûr ve jî bi awayek vekirî tê dîtin.
Heyeta KESK’ê piştî ji dur ve herêmê çavdêr kir vegeriya navenda Dersimê û li Meydana Seyîd Riza daxuyanî da. Sekreterê Giştî yê KESK’ê Ramazan Gurbuz axivî û diyar kir ku ew 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di nav tundî û şer de pêşwazî dikin û ji mehekê zêdetir e şewata li herêmê pêk tê bi zanebûn tê nixumandin. Gurbuz anî ziman ku şewatên li Dersimê sûcê li dijî mirovahiyê ye û dixwazin bi vê şewatê mirovan bênefes bihêlin.