DERSIM – Li Newala Roj a herêma Kutuderesî ya Dersimê ji ber bombebarana hewayî şewata daristanê derket.
Newala Roj a li herêma Kutuderesî ya girêdayî navenda Dersimê duh bi şev ji hewa ve hat bombebarankirin. Di encama bombebaranê de li herêmê şewata daristanê derket. Hat zanîn ku şewat li herêmêk berfireh belav bûye û heta niha li dijî şewatê mudaxeleyek nehatiye kirin. Her wiha hat zanîn ku welatiyên xwestine biçin herêma şewatê jî leşkeran destûr nedaye wan.