RIHA - Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê diyar kir ku di 3 salên dawî de 4 hezar û 300 kes hatin kuştin û 7 hezar kes jî birîndar bûne. ÎHD'ê bal kişand ser şerê salên 2015, 2016 û 2017'an û xwest tecrida li Îmraliyê bi dawî bibe.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê pêk anî. Endam û rêveberên ÎHD'ê tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Gokhan Dayik, diyar kir ku mafê aştiyê mafê mirovahiyê ye û xwest her kes li aştiyê xwedî derkevin. Dayik diyar kir ku Tirkiye xwedî nasnameyek pir zinan, pir çand, pir baweri û mezhebên cuda ne û xwest li gorî parastina mafê mirov û xwezayê hiqûq ji nûve bê rastkirin. Dayik, xwest pirsgirêka kurd bi rêbaza diyalog û muzakereyan çareser bibe û wiha got: "Ji ber pirsgirêka kurd bi riya diyalog û muzakereyan çareser nabe çek derdikevin pêş. Îro yek ji sedema krîza aborî jî ne çareseriya pirsgireka kurd e."
'4 HEZAR Û 300 KE HATIN KUŞTIN'
Dayik, bal kişand ser şerê salên 2015, 2016 û 2017'an û wiha got: "Li gorî daneyên ÎHD'ê di şerê çekdarî de 2 hezar û 770 leşker, polîs, cerdevan, milîtan û sivîl hatin kuştin. 2 hezar û 400 kes birîndar bûne. Li Tirkiye di salên 2015, 2016 û 2017'an de 916 di encama înfaza bê daraz de hatin kuştin. Hezar û 71 kes jî birîndar bûne. Di heman demê de hêjmara kesên ji aliyê kesên nediyar ve hatin kuştin, 614 kes in. Dîsa 3 hezar û 529 kes jî birîndar bûne. Bi giştî 4 hezar û 300 kes hatin kuştin û 7 hezar kes birîndağr bûne."
Dayik bal kişand têkiliya van kuştinan û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: "Ji bo kuştin bi dawî bibe divê berî her tiştî şer bi dawî bibe. Divê reya diyalog û muzakereyan vebe. Ji bo vê yekê jî divê berî her tiştî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin divê bi dawî bibe. Em wekî ÎHD'ê di serî de li welatê me û li hemû cihanê em dixwazin aştî serdest be. Ji bo aştî bi ser bikeve em dê têkoşîna aştiyê bilind bikin."