STENBOL – 3’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê biryara berhevkirina belavokên mitînga HDP’ê ya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê li Bakirkoyê pêk bîne da.
3’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê biryara berhevkirina belavokên mitînga HDP’ê ya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê li navçeya Bakirkoyê ya Senbolê pêk bîne da. Buroya Lêpirsîna Çapmeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê belavokên bi sernavê “Em ê dest ji aştî, azadî û demokrasiyê bernedin” bi îdiaya “Gel tahrîkî dijminahî û kînê dike” xwest belavok bên berhevkirin.
3’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê di çarçoveya daxwaza dozgeriyê de biryar da ku belavok “Propogandaya rêxistinê dikin” biryar da.
Di biryara dadgehê de HDP jî bi sîfeta “gumanbar” cih girt.