BEDLÎS - Duh li herêma Buzlupinarê ya Bedlisê şewat derket. Welatiyan piştî demek kurd mudaxaleyî şewatê kirin û şewata daristanê vemirandin. Welatiyan diyar kir ku nêzî tevahiya qada daristanê şewitî.
Duh li herema Buzlupınar ku 20 km dûrî navenda Bedlîsê ye agir bi daristanê ket. Agirê ku sedema wê heta zanîn ji aliyê welatiyan ve hat vemirandin. Piştî welatiyan heta derengê şevê mudaxaleyî şewata daristanê kirin, agir vemirandin. Bi dehan dolim qada daristanê şewitî. Welatiyan diyar kirin ku bi şewata daristanê dilê wan jî şewitî û gotin: "Me şewata daristanê vemirand, lê qada daristanê nema. Hema bêje hemû daristan şewitî."