ENQERE - Li Tirkiye piştî krîza aborî buhayê xaza xwezayî ya malan ji sedî 9 û ya pîşesaziyê ji sedî 14 zem kirin. Ceyran jî ji sedî 15 zem kirin. EPDK'ê piştî 1'ê Tebaxê ji sedî 9 û 14 dîsa zem kiribû.
Li Tirkiye her ku TL bê qîmet dibe, krîza aborî kûr dibe. Piştî kriza aborî kûr bû, sotemenî û ceyran jî bûha bû. Ceyran û xaza xwezayi di nava 2 mehan de du caran zem bû. BOTAŞ'ê diyar kir ku Xaza xwezayî zem kirine. Li ser daxuyaniya BOTAŞ'ê buhayê xaza xwezayî ya malan ji sedî 9 û ya pîşesaziyê ji sedî 14 zem kirin. Ceyran jî ji sedî 15 zem kirin. EPDK'ê piştî 1'ê Tebaxê ji sedî 9 û 14 dîsa zem kiribû.
EPDKÊ DÎSA ZEM KIRIN
Lijneya Sererastkirina Piyaseyê ya Enerjiyê (EPDK) jî cara duyemîn ceyran zem kir. EPDK, ku berê her ji 3 mehan carekê buha diguhert, niha her ji mehê carekê buhayê ceyranê zem dike. EPDK'ê niha di navbera ji sedî 14.6 û ji sedî 16.2 de ceyran zem kir.