DERSÎM – Li Dersîmê piştî leşkerên derketin operasyonê deristan şewitandin û welatiyan şewata daristanan vemirandin, zextên eskeran ên li ser welatiyan zêde bûn. Eskerên Qereqola Geyiksuyu bang li gundiyan kirin û xwestin gundên xwe vala bikin. Serokê CHP'ê yê Dersimê yê berê Huseyin Zeytîn, diyar kir ku eskerên qereqolê bang li wî kirine û diyar kirine ku dê di vê mehê de gelek gund bên valakirin.
Li Çiyayên Dersimê piştî operasyonên eskerî agir bi daristanan ket. Şewata daristanan ên piştî operasyonên eskerî li gelek herêman didomin. Welatiyên ku bi derfetên xwe şewata daristanan vemirandin rastî gefên eskeran tên. Dîsa esker bi hinceta herêma ewlehiyê ketin û derketina herêmê li welatiyan qedexe kirin. Welatiyên li herêmê dijîn, diyar kirin ku di bin gefên hewldana valakirina gundan de dijîn.
Eskerên Qereqola Geyiksuyu, bang li Serokê CHP'ê yê Dersimê yê berê Huseyîn Zeytîn ku ji Gundê Muşkirekê ye kirin û gefên valakirina gundan li wî xwarin. Zeytîn, diyar kir ku eskerên qereqolê bang li wî kiriye û ji wî re gotine "Vir Herêma ewlehiyê ye" û ji wî xwestine ku gundan vala bikin. Huseyîn Zeytîn, diyar kir ku gundiyên Muşkirekê bi mêşvaniyê debara xwe dikin û wiha got: "Di komkujiya 1938'an a Dersimê de dîsa gundê me hat valakirin. Wê demê gelek xizmên me hatin qetilkirin. Gelek xizmên me jî xwe di şikeftan de veşartin û rizgar bûn. Wê demê hemû gundên derdorê hatin valakirin. Gundiyên din jî hatin li gundê Muşkirekê bi cih bûn. Her ku li herêmê alozî pêş dikeve esker bi ser gundê Muşkirekê de digirin. Bê sedem tundiyê li mirovan dikin."
Zeytîn, anî ziman ku di sala 1980’an de dîsa rastî heman pêkanînan hatin û hat girtin û wiha got: "Birayê min ê 8 salî jî wê demê sucdar dîtin û avêtin zindanê. Dewletê heta salên 1994'an bi îdîaya "alîkarî daye rêxistinê" her dem zext li ser me pêş xist. Di sala 1994’an de gundê me vala kir. Malên me şewitandin. Niha dixwazin heman tiştî bînin serê me. Çend sal derbas bibin jî hişmendî nayê guhertin."
'EM DI 2012'AN DE LI GUNDÊ XWE VEGERIYAN'
Zeytîn, da zanîn ku heta zagonên 2002’an ên vegera gundan qet nekarîbûn biçin gundê xwe û wiha got: "Ji sala 2002’an heta 2012’an dîsa destûr nedan em biçin gundê xwe. Piştî 2012'an em li gundê xwe vegeriyan. Dema em li gundê xwe vegeriyan tu kesî alîkarî û piştgirî neda me. Her tişt wêran bûbû. Av, ceyran, rê tune bû. Bi salan em ji bo av, ceyran û rê têkoşiyan. Piştî têkoşîn û keda salan me gundê xwe geş kir û jiyanek lê ava kir. Lê niha dixwazin dîsa gundan vala bikin û keda me tev dê vala biçe. Em her dem di bin zextên eskeran de dijîn. Dewlet me sûcê potansiyel dibîne. Niha herêmên daristanê yên tên şewitandin, herêmên herî bi bereket, bi xêr û ber in. Di aliyê madenê de jî dewlemend in. Di sala 2001'an de li herêmê daristan hatin şewitandin. Piştre li 31 nokteyan, 18 hezar metre karot hatiye avakirin. Bila lêkolîn bikin ger ku ne wisa ye ez dê lêborîn bixwazim. Ev karê Şîrketa Rio Tinton ê ye. Niha karot pêşkêşî borcaya cîhanê kirine.
'HEREMÊN TÊN ŞEWITANDIN QADÊN MADENÊ NE'
Zeytîn, anî ziman ku di sala 2004'an de ji herêma Sutluceyê heta Cevizlidere her der şewitandin û wiha got: "Wê demê 14 rojan daristan şewitîn. Me sazî xistin navberê lê dîsa şewat nehatin vemirandin. Li Dersimê maden zêde ye. Me qadên ruhsata Rio Tinton lêkolîn kir. Min li herêma Dersimê nerî. Hemû herêmên hatin şewitandin û valakirin herêmê ku rûhsata Rio Tinton hatiye dayîn e. Min wêneyê herêmê kişand û ji konsolosan re faks kir.
Hem dixwazin herêmê bê mirov bihêlin û hem jî dixwazin dest bavêjin madenê. Ev her her der rezerv e. Dê bi milyaran teqînan xwezaya vir a biyolojîk biguherînin. Ji bo vê yekê dixwazin vir vala bikin.
Niha dixwazin gundan vala bikin. Lê emê gundê xwe vala nekin. Eskeran li qereqolê gotin dê di meha Îlonê de gelek gundan vala bikin."
MA / Semra Turan