MÊRDÎN - Rojnameger Metin Duran ê tevî halê xwe yê felç 5 mehin girtî ye, tevî hemû serlêdanan nayê berdan. Parlamenterê HDP'ê yê Kocaelî Omer Gergerlioglu bi Wezîrê Dadê re hevdîtin kir û rewşa Duran parve kir. Gergerlîoglu, xwest Duran serbest bê berdan.
Xebatkarê Radyoya Rengîn a bi KHK'ê hat girtin Metin Duran, ku felç bûbû 5 meh berê ji ber cezayê lê hatibû birîn tevî halê xwe yê ji sedî 93 felç hat girtin û hêj girtî ye. Duran ê 1’emîn Dadgeha Cezayên Geran a Mêrdînê bi îdîaya li ser navê rêxistinê sûc kiriye 3 sal û 1 meh û 15 roj ceza lê birîn, tevî hemû serlêdanan nayê berdan. Duran ê ji ber tenduristiya wî xerab e nikare li Girtîgeha Hêjmar 2 a Sîncanê bê girtin li kampusa girtîgehê tê girtin. Gelek sazî û rêxistinên mafên miran daxuyanî dan û xwestin Dûran serbest bê berdan. Tevî hemu serledanan heta niha Saziya Tipa Edlî rapora "Duran nikare li girtîgehê bimîne" nedaye.
Parlamenterê HDP'ê yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlîoglu, têkildarî rewşa Duran bi Wezareta Dadê re hevdîtin kir û xwest Dûran serbest bê berdan. Gergerlîoglu, diyar kir ku diviya bû heta niha ATK'ê rapor dabû Metîn Dûran.
Gergerlîsoglu, anî ziman ku ger rapor amade bibe jî dê dîsa serî li Dadgeha Qanûna Binghîn bidin û wiha got: "Girtî rastî ceza hatiye. Demek dirêj dê bê dermankirin. Ji ber vê yekê divê bê berdan. Piştî hat girtin, dermankirina wî ya li Kampusa Girtîgeha Sincanê dereng hat hiştin. Ji ber hatiye girtin girtîgehê bandorek neyînî li ser fîzîka wî kiriye. Rapora ATK'ê rastî astengiyên proseduran tê û dereng hatiye hiştin. Niha rapor kengî derkeve ne diyar e. Agahiyek zelal tune ye. 5 meh girtî ye. Ev wext bi xwe demek pir dirêj e. Divê bijîşk bên wî kontrol bikin û rapor bidin wî. Divê wî li benda maşîneyan nehêlin û bijîşk bi xwe biçin wî li cihê wî kontrol bikin."
ÇI JI DESTÊ ME BÊ EM DÊ BIKIN
Gergerlîolgu, destnişan kir ku rapora ATK'ê tenê têra her tiştî nake û gelek dosya li ber deriyê AYM'ê rawestiya ne. Gergerlîoglu, da zanîn ku ji bo ev pêvajo bê lezkirin dê hewldanên xwe zêde bikin û ji bo zû bi encam bibe û Metîn bê berdan çi ji destê wan bê dê bikin û wiha bi dawî kir: "Niha ATK'ê erka hemû raporan bi xwe ve girê daye. Divê erka xwe bi nexşweşxaneyên taybet re jî parve bike. Ji bo bare wê sibik bibe divê raporên girtîgehên taybet jî li ber çavan bigire. Wekî rewşa Metîn bi sedan girtiyên nexweş ên giran hene. Divê ji bo hemû girtiyên nexweş gav bên avêtin. Lijneya Bijîşkan naxwaze beşa raporê ya "Nikare li girtîgehê bimîne" binivîsin. Ji ber vê yekê her tişt giran dibe. Dema bijîşk nîşe li vê beşê nenivîsin, heyeda dadgehê dikare, der barê wan de biryara berdanê nede. Minaka Koçer Ozdal li ber çavan e. Dîsa rewşa Mustafa Erdogan, Ahmet Turan Ozçelik.... Rewşa girtiyên nexweş bi însafa dadger maye. Kes hesap ji wan napirse."
Gergerlioglu, xwest hemû raye di destê ATK’ê de neyê komkirin û bi saziyên din ên tenduristiyê jî re bê parvekirin. Gergerlioglu, xwest Wezareta Dadê der barê reşwa Metîn Duran û girtiyên din ên nexweş de demek berî demekê daxwaza wan pêk bîne.