EFRÎN – Komên çekdar ên li Efrînê bi hevkariya ENKS`ê welatiyên Efrînê yên PYD`î ne, direvînin û pereyan ji malbatên wan dixwazin.
Piştî krîza aborî ya li Tirkiyê, hikûmeta Tirkiye mûçeyê komên çekdar ên girêdayî OSO ji ser wan qut kir. Komên çekdar ên li Efrînê piştî pere ji ser wan hat qutkirin niha li aliyekî talan dikin, li aliyê din welatiyan direvînin û wekî bertîl pere ji malbatan distînin. Komên çekdar ku berê welati direvindin û pere ji malbatan dixwest, niha li hevkariya ENKS’ê welatiyan direvînin û pere ji malatên wan distînin.
Çavkaniyekî ji heremê ragihand ku komên çekdar ên di kontrola Tirkiye de vê carê rêbazeke nû ji bo revandin û xwestina fidyê ji xwe re pêş dixin. Çavkaniyan anin ziman ku komên çekdar bi ser hin malan de digirin û kesan bi hincetên ku berê tevlî bernameyeke televezyonê bûye an tevlî şahî û çalakiyeke PYD`ê bûye an jî endamekî PYD`ê serlêdanan wan kiriye digirin. Çavkaniyê da zanîn ku komên çekdar piştre ji malbatan pere dixwazin. Çavkaniyê da zanîn ku malbat ji neçarî ji bo jin û ciwanên xwe rizgar bikin her tiştê xwe didin komên çekdar.
ENKS SÎXURIYÊ DIKE
Çavkaniyan da zanîn ku ENKS`ê ji komên çekdar re kesan nîşan didin. ENKS`yî hin kesan ji ber pirsgirêkên berê di navbera wan û malbatan de didin girtin û hin kesan ji ber ku rastiya ENKS`ê baş nasdikin didin girtin. Lê hate îdeakirin ku sedema herî bingehîn kesên welatparêz û bi hinceta endamên PYD’ê ne nîşanê çeteyan didin û çete wan direvîn in. Çavkaniyan da zanîn ku di rojên dawî de ji ber van hincetan bi pêşengtiya ENKS’yiyan 28 kes hatine revandin û fidye ji malbatan tên xwestin.