MÛŞ - Waliyê Mûşê nehiştibû parlementerên HDP'ê biçin şîna girtiyê nexweş Koçer Ozdal. Parlementerê HDP'ê Saîd Dede, destnîşan kir ku eger li dijî faşîzmê neyê derketin dê faşîzm êdî sînoran nas neke. Parlementerê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk jî got, taliyê dê zilimkar winda bikin.
Waliyê Mûşê nehiştibû parlementerên HDP'ê Saît Dede û Habîp Eksîk biçin şîna girtiyê nexweş Koçer Ozdal (65) ku dema li nexweşxaneyê bi awayekî kelemçekirî dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da, bibin. Eksîk û Dede der barê vê astengkirina kêfî de axivîn.
'GER BÊDENGÎ HEBE DÊ FAŞÎZM ZÊDE BIBE'
Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, bal kişand ser erkên ku îkîtdar xistine destê waliyan û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi van sererastkirinan dixwaze muxalefetê bêbandor bike û kesên wekî wê nefikirin tune bike. Dede got: "Astengkirina şîna Koçer Ozdal, nîşan dide ku îktîdar ku bi vegotinên olî gelên Tirkiyeyê ditefvizîne û îktîdar dixe destê xwe, çi qas bêçare bûye." Dede, bilêv kir ku ev yek nîşan dide ku dawiya îktîdarê hatiye û ji bo çewisandinên li wan tên kirin got: "Dê bi van pêkanînan nikaribin me bitepisînin, bila ji bo vê tu şik û gumanên kesî tune bin. Em ê bi hêzên demokrasiyê li her qadê hêza xwe ya cewherî nîşan bidin. Em partiyeke ku di kevneşopiya wê de teslîmiyet tune ye. Em ê li hemû qadên civakê kirinên îktîdarê teşhîr bikin. Em ê vê yekê li kuçeyan, li şînan, li dawetan, li hemû qadên gel bînin ziman. Eger em van pêkanînên derhiqûqî, neheqe, xeyrî mirovî û wijdanî teşhîr nekin dê faşîzm sînoran nas neke."
‘DIXWAZIN SER ÎHMALÊ BIGIRIN'
Dede, bilêv kir ku şîn rewşeke mirovî, çandî û olî ne û di tu hiqûqê û baweriyê de astengkirina şînan tune ye. Dede got: "Piştî hîn dibin em ê biçin, gundê şîn lê hatiye danîn wekî herêma ewlehiya taybet hatiye îlankirin. Walîtiyê berî ku wê derê wekî herêma ewlehiya taybet îlan bike, çûyîna parlementerên me asteng kir. Dema em çûn wir, gundî diçûn û dihatin. Çawa ewlehiya wan pêk dianîn? Yanî astengkirina şînê tenê ne ji ber malbat Ozdal bû. Îktîdar dixwaze li her qadê polîtîkayên ewlehiyê li civakê ferz bike. Eger em li hemberî vê dernekevin, dê vê yekê li tevahiya civaka Tirkiyeyê belav bikin." Dede, anî ziman ku divê li hemberî an pêkanînan herkes bi awayekî demokratîk bertekên xwe nîşan bide û got: "An jê dê ev dîktaya faşîst, ev şîdet xwe li herkesî bilefîne. Ji bo ser îhmalkariya xwe ya di mirina girtiyekî nexweş de bigirin vê yekê dikin. Bi dehan pirsgirêkên Tirkiyeyê hene, lê belê hikûmet bi şînekê re eleqedar dibe û ev yek jî bêçaretiya wê nîşan dide."
Parlementerê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk ku ew jî di nav heyeta ku hat astengkirin de bû, diyar kir ku îktîdara AKP'ê ji ber çewisandinên navnetewî û rewşa aborî qaşo Rewşa Awarte bi dawî kiriye û got: "Lê belê KHK'yên piştî wê hatin derxistin xweziyê bi yên berê tînin. Walî bi pêkanînên kêfî, erkên ku bi KHK'yan ketin destên wan ji bo astengkirina muxalefeta HDP'ê bi kar tînin. Îktîdara heyî baş dizane ku li Tirkiyeyê muxalefeta herî çalak HDP ye. Loma dixwaze bendê têxe navbera HDP'ê û gel. Bi vî awayî dixwazin bi bêdengkirina HDP'ê muxalefeta li welat hemû bêdeng bikin."
‘DÊ EV PÊKANÎN LI TEVAHIYA TIRKIYEYÊ BELAV BIBIN'
Eksîk got: "Heyeta ku 9 parlementerên HDP'ê di nav de bi hestên însanî xwestiye biçe taziyea Koçer Ozdal. Lê belê ji bo heyet bê astengkirin gund wekî herêma ewlehiya taybet hat îlanirin. Di tu hiqûq û wijdanî de cihê vê yekê tune ye. Dê ev pêkanînên kêfî di pêş de bibe sedema mayîndebûna rêbazên antîdemokratîk û dê li tevahiya welat belav bibin."
Eksîk, bertek nîşanî îktîdara AKP'ê da ku tim parlementerên HDP'ê asteng dike û got tekane rêya xelasiyê liberxwedayîn e û ev yek tenê ne peywira partiyên siyasî, peywira hemû hêzên demokrasiyê û gel e.
‘DÊ ZILIMKAR WINDA BIKIN'
Eksîk, bilêv kir ku di tu hiqûqê de tune ye ku kesên tayînkirî kesên hilbijartî asteng bikin û ev pêkanînên li hilbijartiyên gel tên kirin, di asasê xwe de li gel û vîna gel tê kirin û ev derî hiqûqê ye. Eksîk got: "Dê gelê me vê bêhurmetiya li vîna wan tê kirin qebûl neke û dema roja wê bê dê feraseta faşîst binax bike. Dê di demeke nêz de dersa wê bide. Gelê me baş dizane ku her ku ev îktîdar ditengije, her ku dolar zêde dibe sirf ji bo rojevê bigherîne û xwe li ber netewperest û muhafazakaran xweş bike, bi zanebûnî êrîşî HDP'ê dike. Bawer bin, çi dikin bila bikin, lê em ê dev ji vê têkoşîna xwe bernedinEmin olun ne yaparlarsa yapsınlar HDP halkımızın yanındadır gönlündedir ve yükselmeye devam edecektir. Öyle üçHDP li cem gelê xwe ye, di dilê gelê xwe de ye û dê tim bi pêş bike. Em HDP hêza xwe ji çapemeniya hewzê nagirin, ji gelê xwe digirin. Kesên berê ev siyaset kirin taliyê winda kirin û ketin çopgeha siyasetê. Bawer bin zilimkar, kesên bêwijdan, kesên hiqûqê nas nekin taliyê dê winda bikin."
MA/ Mujdat Can