STENBOL – Parlementerên HDP'ê Omer Farûk gergerlîoglû û Mûsa Pîroglû, bal kişandin ser çewisandin, pevçûn û krîza aborî ya li Tirkiyeyê û ji bo mîtînga ku dê di 2'yê Îlonê de bê lidarxistin bang li muxalefeta demokratîk kirin.
Dê di 2'yê Îlonê de Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), HDP û pêkhateyên wê, KESK, DÎSK, ÎHD, EMEP, EHP, Malên Gel, Tîp û gelek partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê mîtîngekê li dar bixin. Parlementerên HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû û Mûsa Pîroglû ji bo mîtîngê bang li herkesî kirin.
‘NÊVENGEKE PEVÇÛNÎ HAT TERCÎHKIRIN'
Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Gergerlîoglû, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê û cîhanê şer û şidet zêde bûye û got: "Piştî dawî li pêvajoya çareserkirinê hat, Tirkiye ji Tîrmeha 2015'an ve ber bi pêvajoyeke pir rûxîner ve çû. Nêvengeke pevçûnî hat tercîhkirin. Ev dihat wateya dûrketina ji demokrasiyê û binpêkirina hiqûqê." Gergelîoglû, anî ziman ku ev yek Tirkiyeyê ber bi cihekî baş ve nabe û got: "Piştî vê bi salekê darbe pêk hat. Çimkî li holê demokrasî tune bû, şerê hêzan hebû. Û di 15'ê Tîrmehê de nêvengeke pevçûnî ya nû dest pê kir. «aşê di warê demokrasiyê de em ber bi cihekî hîn xerabtir ve çûn." Gergerlîoglû, diyar kir ku piştî ê yekê di warê meseleya kurd de pevçûn hat tercîhkirin û hat xwestin ku mesela 100 salî bi çekê bê çareserkirin.
‘DIVÊ GELÊ ME HEMÛ BEŞDAR BIBE'
Gergerlîoglû, bilêv kir ku divê Tirkiye teqez ber bi aştî û hiqûqê ve biçe û divê mirov dakevin qadê û doza aştiyê bikin. Gergelîoglû got: "Ji ber ku çapemeniya berbelav di dest îktîdarê de ye, dibe ku ev banga me pir neyê bihîstin. Lê divê dê û bav zanibin ku heta aştî pêk neyê mixabin dê zarokên wan bimirin. Çimkî pevçûn kîn û nefretê û hesta tolhildanê zêdetir dike. Divê civak hemû hay ji vê yekê hebe. Ji bo mîtînga aştiyê çi qas astengî hebin bila hebin, lê divê gelê me hemû tev lê bibe."
‘DIVÊ EM DI 1'Ê ÎLONÊ DE LI GEL HEV BIN'
Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî, diyar kir ku li Tirkiyeyê ew di şertên şerî, rejîmeke çewsîner û krîzeke aborî de 1'ê Îlonê pêşwazî dikin û got: "Yan, hem şertên jiyanî yên mirovan, hem şertên aborî hem jî nvengên demokratîk di xetereyê de ne. Êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê dikin. Nahêlin cenaze bên definkirin. Û mixabin bi gotinên ji rêzê dibêjin dê krîza aborî bê çareserkirin. Di vê pêvajoyê de ji bo derketina ji derheqê vê tenê rêyaek heye. Divê gelên bindest, çîna karkeran û raya demokratîk li gel hev be û mil bide milê hevdu. Ji bo me 1'ê Îlonê ev e. Yanî divê di 1'ê Îlonê de em li hemberî şer, li hemberî krîza aborî li gel hev bin."
‘DIVÊ EM HAY JI HÊZA XWE HEBIN'
Pîroglû, destnîşan kir ku îktîdar di pêvajoyeke nehêzdar de derbas dibe û got: "Îktîdar hêzê ji bêdengî û belavbûna girseyan digire. Halbûkî hefteya borî hat dîtin û dê vê hefteyê jî bê dîtin. Dê têkoşîna rewa û mafdar nîşan bide ku, wekî çalakiya Dayikên Şemiyê, daxwaza ji bo aştiyê, çalakiyên karkeran îktîdar çewa diheje. Ji ber vê di 1'ê Îlonê de daketina kuçeyan dê dawî li vê tarîtiya li ser me bîne. Divê em hay ji hêza xwe hebin. Dê 1'ê Îlonê bibe nîşaneya vê hêzê." Pîroglû bang li muxalefeta demokratîk hemû kir ku li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê tev li mîtînga 1'ê Îlonê bibin.
MA / Muhammet Dogru