STENBOL - Çapemeniyê Yilmaz A'yê hat girtin wekî "Rêvebirê Navenda Civaka Demokratîk a Fransayê" nîşan dabû. Derket holê ku Yilmaz A, ji ber CD'yê muzîkê yên bi kurdî û tirkî hatiye girtin.
Yilmaz A., di 24'ê Tebaxê de dema xwest di Deriyê Snor ê Hamzabeylî yê Edrîneyê di ser Bûlgarîstanê re biçe Fransayê hat binçavkirin. Yilmaz A., li cem hevjîna xwe û zarokên xwe hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Edîrneyê. Di 25'ê Tebaxê de jî Yilmaz A., sewqî dadgehê hat kirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Paşê Yilmaz A. şandin Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê.
CD'YÊ MUZÎKÎ KIRIN HINCET
Yek ji hinceta girtina Yilmaz A., CD'yê muzîkê yên bi kurdî û tirkî yên di wesayîta wî de bûn. Her wiha nûçeyên bi navê wî di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) û bi îdiaya ku birayê wî rêvebireê payebilind ê PKK'ê ye jî wekî hincet hatin nîşandan.
Ayşe Acînîklî, parêzera Yilmaz A., anî ziman ku wan wekalet daye Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê û xwestine dosyeyê raçav bikin. Acînîklî got: "Dema me wekalet de ji bo dosyeyê tu astengî tune bûn. Lê belê dîsa jî dosye nîşanî me nedan. Hat gotin ku der barê dosyeyê de biryara sînrdarkirinê hatiye dayîn. Di warê hiqûqî de ev pirsgirêkeke mezin e. Bi îdiaya dê bi biryareke ku ku di dosyeyê de tune ye biryarê bidin, dosyeyê nîşanî parêzeran nadin. Di warê hiqûqî de ev cihê pirsgirêkên mezin e."
DÊ GILIYÊ DOZGER BIKIN
Acînîklî, destnîşan kir ku ew ê li Desteya Dozger û Dadweran (HSK) giliyê Dozgerê Komarê yê Edîrneyê Abdulkerîm Kardaş bikin.
MA / Yasin Kobulan