*Abdurrahman Ayhan ê di salên xwendekiriyê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nas kir ji bo Ocalan wiha got: “Bi tecrîdkirina Ocalan re Tirkiye jî tê tecrîdkirin. Ocalan ew rêbereke ku ji bo aştiyê kefen li xwe kiriye.”
* Çapemeniyê Yilmaz A'yê hat girtin wekî "Rêvebirê Navenda Civaka Demokratîk a Fransayê" nîşan dabû. Derket holê ku Yilmaz A, ji ber CD'yê muzîkê yên bi kurdî û tirkî hatiye girtin.
* Parlementerên HDP'ê Omer Farûk gergerlîoglû û Mûsa Pîroglû, bal kişandin ser çewisandin, pevçûn û krîza aborî ya li Tirkiyeyê û ji bo mîtînga ku dê di 2'yê Îlonê de bê lidarxistin bang li muxalefeta demokratîk kirin.
* Waliyê Mûşê nehiltibû parlementerên HDP'ê biçin şîna girtiyê nexweş Koçer Ozdal. Parlementerê HDP'ê Saîd Dede, destnîşan kir ku eger li dijî faşîzmê neyê derketin dê faşîzm êdî sînoran nas neke û Parlementerê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk jî got, taliyê dê zilimkar winda bikin.
* Rojnameger Metin Duran ê tevî halê xwe yê felç 5 mehin girtî ye, tevî hemû serlêdanan nayê berdan. Parlamenterê HDP'ê yê Kocaelî Omer Gergerlioglu bi Wezîrê Dadê re hevdîtin kir û rewşa Duran parve kir. Gergerlîoglu, xwest Duran serbest bê berdan.
* Endama Platforma Hawirdorê ya Artvînê Sabriye Tûncay, bilêv kir ku li Artvînê çawa ji bo rantê û madenan xweza hat qetilkirin û koçberî hat ferzkirin, ya li Dersimê tê kirin jî heman tişte e.
* Weşanxaneya Sîtavê 6 jê bi kurdî 8 pirtûkên nû çap kirin.
* Platforma Şaxan a KESK'ê, ÎHD, Odeya Tabîban, DÎSK, ÇHD, OHP, Komeleya 10'ê Cotmehê û gelek rêxistinên din bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê dê li GAR'a Enqereyê kesên di 10'ê Cotmehê de li GAR'ê di teqînê de jiyana xwe ji dest dan bibîr bîne. (09.30)
* Xizmên windayan û şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê çalakiyên xwe yên rûniştinê li Parka Koşuyolu û Kolana Gulistanê berdewam bikin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin dê di hefteya 701’emîn de li Qada Galatasarayê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Heyeta KESK'ê, bi boneya şewata li qada Dersîmê lêkolîn bikin dê biçin Dersîmê û ziyaretê pêk bînin û piştre li Qada Seyit Riza daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD'e ya Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexwe dê li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" pêk bîne. (13.30)
* Bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê dê ji Îskeleya Beşiktaşê heta Qada Barbaros Hayrettin Paşa Zincîra Aştiyê pêk bînin. (15.00)
* Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê (ÎHD) bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê dê li Tunela Taksimê zincîra mirovan pêk bîne. (16.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li avahiya komeleyê civîna çapemeniye pêk bîne. (18.00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersîmê, dê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li Qada Seyit Rıza daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê dê li Qada Îstasyonê (5'ê Hezîranê) mîtînga aştiyê pêk bîne. Aktîvîsta TJA Ayşe Gokkan, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk di mîtingê de axaftinan bikin. (16.00-21.00)