STENBOL - Qada Galatasarayê ku Dayikên Şemiyê çalakiya xwe lê li dar dixin, bi bariyeran hat girtin.
Çalakiya hefteya 700'emîn a Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê bi fermana Wezîrareta Karên Navxweyî hatibû qedexekirin. Piştî daxuyaniya Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk ku gotibê Îstiklal ji Dayikên Şemiyê re qedexeye, Dayikên Şemiyê jî daxuyandibûn ku ew ê sibê biçin Qada Galatasarayê. Piştî daxuyaniya Dayikên Şemiyê polîsan Qada Galatasarayê bi bariyeran girt.