MÊRDÎN – Cenazeyê Fethullah Avcî ê duh dema defin kirin rastî astengiya polîsan hat, piştî wekilên HDP'ê bi Walî re hevdîtin kirin, defin kirin. Polîsan gotin "ji ber Lêpirsîna ewlehiya bi dawi nebûye" hatiye astengkirin.
Fetullah Avci ê li nexweşxaneya dewletê ya Mêrdînê dihat dermankirin û jiyana xwe ji dest da, dema cenazeyê wî li Nisêbînê hat definkirin rastî astengiyan hat. Piştî wekîlê HDP’ê bi Waliyê Mêrdînê ve ket têkiliyê cenaze Avci hat definkirin. Malbatê, piştî cenazeyê Fetullah Avci piştî ji nexweşxaneyê girtin, xwestin li Taxa Kişla ya Navçeya Nisêbînê li Goristana Hececa defin bikin. Lê polîsan bi sedema "Lêpirsîna ewlehiyê bi dawî nebûye" destûr nedan ku cenaze defin bikin. Malbata Avci piştî astengiya polisan disa cenaze rakirin Morga Nexweşxaneyê ya Nisêbinê. Piştî parlamenterên HDP'ê bi Waliyê Mêrdînê re ketin nava têkiliyê, malbata Avci cenaze ji Morga Nexweşxaneyê girtin û birin defin kirin. Parlamentera HDP'ê Pero Dundar û parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz li gel malbatê û komek mezin cenazeyê Avci ji morgê wergirtin û li Goristana Hececa defin kirin. Malbatê cenazeyê Avci di bin dorpêça polîsan, maşîneyên zirxî û TOMA de defin kirin.
Ji bo Avci li Mala Şînê ya qada Newrozê şîn hat danîn û malbat ziyaretan qebûl dikin.