ŞIRNEX – Ji du karker ji bo xwe hênik bikin ketin Çemê Dîcleyê û fetisîn, cenazeyê Yasîn Zengîn hat dîtin û ji bo dîtina cenazeyê Hasan Çagliyan jî lêgerîn dewam dike.
Li nêzî gundê Dîreseklî yê navçeya Cizîrê ya Şirnexê duh du karkerên înşatê Hasan Çagliyan û Yasîn Zengîn ji bo xwe hênik bikin ketin Çemê Dîcleyê. Her du karker jî di ava çem de fetisîn û winda bûbûn. Xebatê lêgerîna cenazeyan duh ji ber tarî ket navber hatibû dayîn. Îro lêgerînê dîsa dest pê kir.
Welatiyan jî piştevaniya komên lêgerîn û rizgariyê kirin û cenazeyê Yasîn Zengîn dîtin. Cenazeyê Zengîn ji bo otopsiye şandinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Xebata dîtin ji bo cenazeyê Hasan Çagliyan jî dewam dike.