ENQERE – Wekîlan di serdema nû ya Meclîsê de di du mehan de 405 pêşniyarpirs dan meclîsê. Lê ji vana tenê 5 heb hatin bersivandin. Ji pêşniyarpirsên hatin dayîn ya ku ewil hat îadekirin jî pêşniyarpirsa der barê şert û mercên girtîgehê û binpêkirinên mafan ên rojnamevanên girtî bi wan re rû bi rû dimînin.
Di serdema nû ya Meclîsê de, di du mehan borî de bi giştî 405 pêşniyazpirs hatin berpêşkirin û ji vana tenê 5 jê hatin bersivandin. Di serdema nû de ewil Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa der barê rojnamevanên girtî û binpêkirina mafan ên rojnamevan bi wan re rû bi rû dimînin îade kir. Piştî rojnamevanên girtî Îdrîs Yilmaz û Ziya Ataman der barê binpêkirinên mafan û şert û mercên li girtîgehan bi nameyekê ragihandin, mijar ket rojeva raya giştî.
TENDURISTIYA ROJNAMEVANAN NEBAŞ E
Piştî binpêkirinên mafan ên Derhênerê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Yaşamê Îdrîs Yilmaz û nûçegihanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Ziya Ataman bi wan re rû bi rû dimînin bûn rojev, Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr pêşniyazpirsek berpêşî Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kir. Taşdemîr ji bo Yilmaz ev pirs berpêş kir: "Îdrîs Yilmaz di girtîgehê de ji ber xwarinê 33 kîlo kêm kirine û rewşa tenduristiya wî pir nebaş e. Tenê ne astengkirina darizandineke adil di heman demê de xwarin û mafê tenduristiya wî jî tê astengkirin. Wekî wezaret ji bo jiholêrakirina van binpêkirinên mafan tu xebat û hewldanên we hene?"
Taşdemîr rewşa Ataman jî berpêşî Gul kir û pirsî: "Ji dêvla ku mekanîzmaya darazê îşkenceya ku sûc e lêkolîn bike û berpirsiyaran derxîne holê û bidarizîne, bi tawanbariyên sexte darizandinê didomîne. Hinceta vê yekê çî ye? Kadîr Ataman, di dadgehê de got bi îşkenceyê îmze avêtiya bin îfadeya ku Ziya Ataman tawanbar dike. Wekî ku bijîşkê girtîgehê jî tespît kiriye rûviyên Ataman îflas kirine û rewşa tenduristiya wî nebaş e. Ji bo çi tedawîkirina wî tê astengkirin?"
PIRS NEHATIN ECIBANDIN!
Lê belê çend roj berê ev pêşniyazpirsên der barê tenduristiya rojnamevanên girtî de ji aliyê Serokê Meclîsê Bînalî Yildirim ve hat îadekirin. Ji bo îadekirinê jî Rêznameya Hundurîn a Meclîsê hat nîşandan. Di nivîsa îadekirinê de wiha hat gotin: "Di benda (b) a fikraya yekemîn a madeya 97'an a Tuzuka Meclîsê de tê gotin 'mijarên ku tenê ji bo peydakirina îstişareyê ne.' Ji ber vê ev pirs ji aliyê Serokatiya Meclîsê ve nayên qebûlkirin."
Di nivîsê de tê gotin ku eger pirsên navborî bên derxistin dê pêşniyazpirs ji nû ve bên raçavkirin.
MA / Hayri Demir