ENQERE - ÎHD û TÎHV'ê bertek nîşanî biryara AKP'ê ya Qedexeya çalakiya Dayikên Şemiyê dan û diyar kirin ku çalakiyên Dayikên Şemiyê nayên qedexekirin. ÎHD û TÎHV'ê da zanîn ku Dayikên Şemiyê ne tenê Tirkiye rûmet û rûsipiya hemû cîhanê ne.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV), têkildarî êrîşa polîsan a li dijî çalakiya 700'enîn a Dayikên Şemiyê û biryara AKP'ê ya qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de êrîşa polîsan şermezar kirin û xwestin ji dayikên rastî êrîşê hatine û hatine binçavkirin lêborîn bê xwestin. Dîsa xwestin der barê berpirsiyaran de bi lez lêpirsin bê destpêkirin û cezakirin. ÎHD'ê û TÎHV'ê da zanîn ku Dayik rûmet û rûsipiyên hemû Tîrkiye û cîhanê ye û çalakiya wan nayê qedexekirin.