MÊRSÎN / WAN – Li Mêrsînê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê dê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê panel bê lidarxistin. Li Wanê jî ji bo mitînga 1’ê Îlonê ya li Amedê bang beşdariyê li gel hat kirin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê bi rasthatina 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê bi mijara “Li Rojilata Navîn şer, antîemperyalîzm, aştî û Tirkiye” panel li dar bixe. Panel dê li Navenda Çanda Ataturk a Şaredariya Yenîşehîrê saet di 14.00’an de bê lidarxistin. Dê nûnerên saziyên civakî yên sivîl û siyasetmedar beşdar bibin. Berdevkê Demê yê HDK’ê ya Mêrsînê Hasan Kapikiran bi civînek çapemeniyê banga beşdariya panelê kir.
LI WANÊ GEL VEXWENDIN MITÎNGA AMEDÊ
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê jî li Parka Feqiyê Teyran li hev kom bûn û ji bo beşdariya mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya dê li Amedê bê pêk bê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ertan Ozgokçe û endamên Platformê tev li daxuyaniyê bûn. Endama Platformê Mesûde Demîr daxuyanî xwend û behsa dîroka 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê kir.
Demîr anî ziman ku ji bo ew li dijî şerê li ser mirovan, xwezayê tê ferzkirin dê aştiyê daxwaz bikin û gelê Wanê vexwend mitînga li Amedê.
Piştî daxuyaniyê endamên Platformê li navenda bajêr belovakan belav kirin û gel vexweindin mitînga Amedê.