STENBOL - Dayikên Şemiyê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anîn û diyar kirin ku dê di hefteya 701'an de çalakiya xwe ya Qada Galatasarayê berdewam bikin. Dayikan ji Serokomar Tayyip Erdogan randevû xwestin.
Dayikên Şemiyê têkildarî biryara AKP'ê ya qedexeya çalakiyê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikên Şemiye ku di hefteya 700'an de rastî êrîşa polisan hatin, diyar kirin ku dê di hefteya 701’an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. Dayiken Şemiyê ji Serokomar Recep Tayip Erdogan randevû xwestin. Dayikan bi dirûşmeya "Em ji bîr nakin, efû nakin, dest jê bernadin" di 27'ê Gulana 1995'an de li Qada Galatasarayê dest bi çalakiyê kirin 23 salin çalakiyla xwe berdewam dikin. Li ser nave dayikan Maside Ocak daxuyanî xwend û diyar kirin ku wekî her heftê dê di hefteya 701’an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe berdewam bikin û aqûbeta windayan bipirsin.