MÛŞ – Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan a ku çûyîna wan a şîna girtiyê nexweş Koçer Ozdal ê jiyana xwe ji dest da hat astengkirin diyar kir ku hemû nirxên etîk ên AKP’ê riziyan e û hemû qenalên demokratîk bi rizandinê re hevrû hiştiye.
Girtiyê nexweşîna penceşêrê Koçer Ozdal ê dest û pê kelepçekirî li Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê jiyana xwe ji dest da û li gundê xwe hat veşartin. Heyeta ji parlamenterên HDP’ê pêk dihat çend rojan xwest biçe gund serdana sersaxiyê bike. Lê esker û polîsan li ser fermana Waliyê Mûşê destûr neda heyetê biçin beşdarî merasîma cenaze û şînê bibin. Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan a ku çûyîna wan hat astengkirin pêkanîna antî demokratîk û nêzîkatiya kêfî şermezar kir.
'EHMÛ NIRXÊN ETÎK ÊN AKP’Ê RIZIYAN E’
Kurtulan anî ziman ku tiştên têkildarî merasîm û şîna Koçer Ozdal qewimîn janê dide wîjdanan û got: “Koçer Ozdal bi kelepçekirî jiyana xwe ji dest da. Tew destûr nedan ku malbat xatirê xwe jê bixwaze. Hikumet makeqanûna xwe bi xwe binpê dike. Ev binpêkirin her ku diçe li her deverî belav dibe. Hemû nirxên etîk ên AKP’ê riziyan e û AKP hemû qenalên demokratîk bi rizandinê re hevrû hiştiye.”