AMED – Dadgeha Îdarî Wezareta Karên Hundir mahkûm kir ku 1 milyon û 356 hezar tl tazmînatê bide Lîsa Çalan a di mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîranê de di êrîşa bombeyî de birîndar bû û du piyên wê jê bûn.
Di 5'ê Hezîrana 2015'an de li dijî mîtînga HDP'ê ya Qada îstasyonê endamên DAIŞ'ê êrîşa bombeyî pêk anîbûn. Di bûyerê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Yek ji van kesên birîndar Sînemevan Lîsa Çalan a di êrîşa DAIŞ’ê li dijî mîtînga Qada Îstasyonê pêk anî de, 2 piyên wê jêbûn e. Çalan, ji ber 2 piyên wê jê bûn û seqet ma, doz vekiribû. Dadgeha Îdarî biryar da û Hezara Karên Hundir mahkûmî 1 milyon û 356 hezar tl cezaye tazmînatê ya madî û manevî kir. Raya Tirkiyeyê wê ji dema ku di êrîşa bomebeyî ya li dijî mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîranê de ji her du lingên xwe birîndar bû nas kir. Derhênera sînemayê Lîsa Çalan a di dema êrîşê de 26 salî bû dildarê dansê bû, heta niha 5 caran emeliyat bûye. Ewil her du lingên Çalanê hatin jêkirin, lê li gel vê jî di hemû pêvajoyên xwe yên tedawiyê yên dûr û dirêj diajon de her tim li ber xwe da. Herî dawî di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de li Îbnî Sînayê cara 5'emîn emeliyat bû. Emeliyata dawî giran bû, ji ber gelek caran emeliyat bûye êdî li hemberî morfînê wucûda wê hesas bûye. ji ber vê bijîşkan Çalanê nexistin xew. Li gel emeliyata lingên xwe, demek berê Çalanê ji guhê xwe jî emeliyat bû. Piştî emeliyata çaremîn daxwaza wê ew bû ku bi protezan bimeşe, lê ev daxwaz hat taloqkirin. Ji ber protez li lingên wê nayên. Lisa Çalan, piştî birîndar bû, bi sedema ku qusûra xizmeta îdarî pêk hatiye, di 22'ê Sibata 2016’an de doza tazmînata maddî û manevî li Wezareta Karên Hundir vekir. Lê ji ber ku wezaretê bersîve neda, Çalan serî li 2'emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê da û xwest Wezareta Karên Hundir tazmînatê bide.
Herî dawî heyeta Dadgeha Îdari biryar da ku Wezareta Karên Hundir bi giştî 1 milyon û 356 hezar û 671 tl û 80 krş tazmînata maddî û manevî bide.