ÊLIH - Li herêma navbera gundê Kûmlûpinar û gundikê Kocabey ên navçeya Hezo ya Êlihê, piştî operasyona eskerî ya TSK'ê 2 leşker hatin kuştin û 2 leşker birîndar bûn.
Li gundê Kumlupinar ê navçeya Hezo ya Êlihê piştî operasyona eskerî şer derket. Di şer de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar karin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezoyê. Hat zanîn ku operasyon didome û helîkopter ji hewa de herêmê bombe dikin. Walîtiya êlihê daxuyanî dan û diyar kir ku 2 leşker û endamekî HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.