ÎZMÎR – Nûnerên bawerî û nasnameyên cuda yên li Îzmîrê dijîn diyar kirin ku êdî pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye û yê aştiyê pêk bîne jî tekane kes li Îmraliyê ye.
Nûnerên nasname û baweriyên cuda yên li Îzmîrê dijîn têkildarî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê nirxandinan kirin.
Ji welatiyên di salên 1400’î de ji bo li Osmaniyan bidin xebitandin an jî bibin Ewropayê bidin xebitandin ji Afrîkayê anîne Anatoliyê Tirkê Afro Yalçin Yanik diyar kir ku ew ê di 1’ê îlonê de aştiyê li qadan qîr bikin û lazim e hemû bindest ji şer re bêjin na. Yanik got ew yek ji gelên herî bindest ên zêdetir bêriya aştiyê kirin e û ji bo ew dikaribin bêtir azad û rehe xwe îfade bikin û nasnameya xwe biparêzin pêwîstî bi şertên aştiyê heye.
‘AŞTÎ LI ÎMRALIYÊ YE’
Yanik anî ziman ku hikumeta heyî ya Tirkiyeyê her tim mirovan kaş dike nav şer û got: “Ji bo di pêvajoya çareseriyê de mirov nemirin, her tim em kêfxweş bûn. Lê mixabin AKP’ê bi yek carê pêvajoyê qedand. Muxatabê pêvajoya çareseriyê li Îmraliyê ye. Ya rast niha aştî di hundir de ye. Ji bo aştî li Tirkiyeyê pêk bê muxatabê wê jî diyar e. Divê dewlet biçe Îmraliyê. Heta rêya Îmrali venebe Tirkiye gavek jî bi pêş ve naçe. Lê çi dibe bila bibe em ê dest ji qîrkirna aştiyê bernedin.”
‘AŞTÎ HEVGIRTINA AZADÎXWAZIYÊT EMÎN DIKE’
Hevserokê Şaxa Komeleyên Elewî ya Demokratîk Huseyîn Ozan jî da zanîn kul i Tirkiyeyê zext û zil mli ser gelek dewam dike û wiha got: “Li bajarên kurdan di xwezayê de xwîn laşan bi xwe re dibe. Li welêt yek tîpî tê ferzkirin. Ev pêvajo hêj dewam dike. Li Tirkiyeyê wahşet didome. Heta li welatê me û li cîhanê aştî bi şekle wekhev û azadîxwaz pêk neyê dê hovîtî dewam bike. Aştî yekîtiya azadîxwaz temîn dike. Heke li Tirkiyeyê hikumet dibêje aştî divê li gorî wê tevbigere.”
‘EM BI HEV RE AŞTIYÊ AVA BIKIN’
Ji Eniya Demokrasî û Ked3e ya Gelên Bakurê Kafkasya Tevfîk Bugrakaptan jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê aştî nîne û got: “Em ê di 1’ê îlonê wek gelê Çerkes daxwazên xwe yên ji bo aştiyê bînin ziman. Aştî ji bo tevahiya Tirkiyeyê demildest lazim e. Pêwîste em hemû bi hev re aştîyê ava bikin.”