STENBOL - Parêzer Ahmet Baran Çelîk, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxand û destnîşan kir ku dadgeh dikarin ji bo girtiyên nexweş erka xwe ya texdîrê bi kar bînin û wan berdin.
Her çend Rewşa Awarte bi dawî bûbe jî, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hîn jî didomin. Niha di girtîgehan de ji hezar û 200 zêdetir girtiyên nexweş hene û bi hezaran girtî jî di girtîgehan de nexweş dikevin. Herî dawî Koçer Ozdal, piştî hat girtin di girtîgehê de nexweş ket û mir. Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Parêzer Ahmet Baran Çelîk, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş nirxand.
‘JI PAŞ VE GIRTIYAN KELEMÇE DIKIN Û WAN DIBIN NEXWEŞXANEYÊ'
Çelîk, bilêv kir ku li girtîgehan pêkanînên binpêkirina rûmetê pêk tên û got: "Dermanan nadin girtiyên nexweş. Girtî bi awayekî sûkî tên tedawîkirin. Girtiyan sewqî nexweşxaneyê nakirin. Dema wan sewq dikin jî, wê çaxê êdî tedawî jî fêde nake. Hin girtî ji bo tedawiya diran 3-4 mehan tên sekinandin. Girtiyên nexweşîna wan giran an jî astengdar, dema dibin nexweşxaneyê derb dikin, taciz dikin û heqaretê li wan dikin. Girtiyên ku nikarin rûnên ji paş ve kelemçe dikin. Bi awayekî zêde binpêkirinên mafan hene."
‘DI QAWÎŞÊN 20 KESÎ DE 40 KES DIMÎNIN'
Çelîk, bilêv kir ku yek ji pirsgirêka sereke jî tijebûna girtîgehan e û kapasîte du qat zêde bûye. Çelîk, da zanîn ku li qawîşên 20 kesî 40 kes dimînin û got: "Dewlet di dijminahiya mirovan de û tijekirina girtîgehan de israr dike. Di hin girtîgehan de ji bo mirovekî qadeke 4-5 metre dimîne. Li qawîşên 20 kesî 40 kes dimînin, xwarin têrî wan nake û ava germ tune ye. Ji ber qelebaliciyê hin girtî 15 rojan carekê jî naçin qadên sporê. Piştî Rewşa Awarte rewşa girtîgehan xerabtir bû."
‘BIJÎŞK SÛC DIKIN'
Çelîk, Koçer Ozdalê ku di 27'ê Tebaxê de mir bi bîr xist û got: "Em behsa nexweşekî ji se rhiş çû dikin. Ji bo nereve girtî tê kelemçekirin. Lê jixwe girtî ji ser hiş çûye. Bijîşkên ku bi vî awayî girtiyê ku ji ber kêmasiya tedawiyê mir tedawî kirin jî sûc kirine. Li holê rewşeke derî rêgezên pîşeyê heye. Ev problemeke mezin e. Ev rewş hem îşkencekirina girtî ye, hem jî nîşan dide ku bijîşk etîka pîşeyî ji kur girtine. Mirovekî ku ji bo mirovan xelas bike li wir e, xwe li nedîtinê daniye û ev yek nayê qebûlkirin. Diviya bijîşk bi înîsyatîfa xwe tedawiyeke bi wî awayî nekirina."
'RAPORÊN TIBA EDLÎ BI ZANEBÛN TÊN SEKINANDIN'
Çelîk, destnîşan kir ku dadgeh dikarin ji bo girtiyên nexweş erka xwe ya texdîrê bi kar bînin û wan berdin. Çelîk got: "Ji bo girtiyên nexweş rapor ji saziyên tiba edlî re tên şanddin. Û ew der nêrîna xwe dibêje. Di rapora ewil de çi baş çi xerab rewşa van mirovan diyar dibe. Dadgeh bi rihetî dikarin girtiyên nexweş berdin, lê belê bi awayekî tund tev digerin. Rapora ku ji nexweşxaneyê tê demeke dirêj disekinînin. Jixwe heta ew rapor tê girtiyê nexweş dimire. Carinan jî ji bo girtiyekî 60-70 salî ku ji sedî 70'ê astengdar e dibêjin 'dikare di girtîgehê de bimîne.' An jî dema rapor tê tu wateya wê namîne. Ji ber ku nexweşîn pir giran bûye dibêjin hadê biçin li cem malbata xwe bimirin."
Çelîk, diyar kir ku OHP li hemû girtîgehan digere û yeko yeko bi girtiyan re hevdîtinê çêdike û piştî hevdîtinê raporan parve dike û di warê hiqûqî de destekê dide wan. Çelîk, bilêv kir ku hema bêje pirsgirêkên li hemû girtîgehan heman pirsgirêk in û got: "A rast pêkanînên li girtîgehan pûxteya Tirkiyeyê ye. Li gorî konjuktura siyasî, li girtîgehan binpêkirinên mafan jî zêde dibin. Dixwazin bi vê yekê peyamê bidin civakê û malbatan. Heyfê distînin. Tevî evqas tiştan tenê di dema mirin û facîayan de dibin rojev. Divê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hîn bêtir di rojevê de bin û nemaze jî divê ji nêz ve bi rewşa girtiyên nexweş elqedar bibin."
MA / Melike Ceyhan