AMED - Partiyên siyasî û KCD'ê bal kişandin ser girîngiya mîtînga "1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê" ku dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin û ji bo tevlîbûnê bang li herkesî kirin.
Dê di 1'ê Îlonê de li Amedê li Qada Îstasyonê mîtînga "1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê" bê lidarxistin. Mîtîng dê bi dûrûşmeya "Bila zarok û ciwan nemirin, bila dawî li tecrîdê bê, bila girtiyên nexweş bên berdan, bila daristan neyên şewitandin" saet di 16:00'an de dest pê bike heta 20:00'an dewam bike. Hevserokê HDP'a Amedê Mehmet Şerîf Çamci, Hevserokê DBP'a Bajêr Îbrahîm Çîçek û Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hîlmî Aydogdû ji bo tevlîbûna mîtîngê bang li herkesî kirin.
'EM Ê BI RAYA CÎHANÊ RE PARVE BIKIN'
Hevserokê HDP'a Amedê Mehmet şerfî Çamci diyar kir ku Tirkiye bi salan e li aştiyê digere û got: "Her diçe Tirkiye ber bi felaketê ve diçe. Aştî, ji bo kesên ji bo aştiyê têdikoşin bûye erdem. Gelê kurd tevî evqas êş û azaran jî doza aştiyê dike û divê ev yek ji aliyê herkesî ve rast bê fêmkirin." Çamci bal kişand ser hevkariya AKP-MHP'ê jî û got: "Ev dijwariya ku ev rejîm li kurdan dike nayê qebûlkirin. Em dê di 1'ê Îlon Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi raya cîhanê re parve bikin divê pirsgirêka kurd çawa bi rêyên demokratîk bê çareserkirin."
'TECRÎD GIRANTIR DIBE'
Çamci, bilêv kir ku heta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan esas neyê girtin dê li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde çênebe û got: "Ev yek, tecrîdkirina Birêz Ocalan aştiyê zehmetir dike, şer kûrtir dike." Çamci ew îsal mîtînga aştiyê di nêvengeke pevçûnî de li dar dixin û got: "Di vê serdemê de pêdiviya me zêde bi aştiyê heye. Em di nêvengeke ku şerên herêmiyî hene de ber bi 1'ê Îlonê ve diçin. Tecrîdkirina Birêz Ocalan girantir dibe." Her wiha Çmci ji bo tevlîbûna mîtîngê bang li herkesî kir.
Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Hîlmî Aydogdû jî got: "Li hemberî faşîzmê, îtîfaqa faşîst a AKP-MHP'ê pêdivî bi têkoşîneke cidî heye. Heta ku têkoşîneke hevpar pêk neyê, dê gelên Tirkiyeyê, xizan û derdorên kedkar bi pêvajoyên zehmet re rû bi rû bimînin. Divê bi vê bîrbiriyê ji bo têkoşîneke cidî seferberiyek çêbibe. Di vê çarçoveyê de di 1'ê Îlonê de dibe ku zemîn û platformeke girîng çêbibe. Bila kes ji berpirsiyarî û peywirê xwe dûr nexe."
'DÊ BIBE MÎTÎNGEKE DÎROKÎ'
Hevserokê DBP'a Amedê Îbrahîm Çîçek jî bi bîr xist ku gelê kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û got: "Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin. Li hemberî kesên şer gur dikin têkoşîna me dewam dike û dê dewam bike." Çîçek, destnîşan kir ku dê rojeva sereke ya mîtîngê bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, aştiya civaakiyî û peydakirina aramiyê be û got: "Em ji bo dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan bê, ji bo hew daristanên me bên şewitandin û pêkanîna aştiyeke civakiyî û ji bo xwedîderketina li girtiyên siyasî em herkesî vedixwînin qada mîtîngê. Dê gelê Amedê bi beşdarbûyîna xwe dîsa mîtîngeke dîrokî li dar bixe."