DERSIM – Di lîsteya protokolê ya malpera fermî ya Walîtiya Dersimê de, navê serokê bajêr ên AKP, MHP û CHP'ê ku di meclîsê de komên wan hene cih digirin, lê belê navê hevserokên HDP'ê yên bajêr tune ne.
Walîtiya Dersimê di lîsteya protokolê ya malpera xwe de, cih neda HDP'ê ku li bajêr partiya yekemîn e. Di beşa lîsteya ya "serokên bajêr ên partiya îktîdarê û muxalefeta sereke û partiyên di Meclîsê de koma wan hene" de navê Serokê AKP'ê yê Bajêr Fatîh Tek, Serokê CHP'ê yê Bajêr Şukru Kiliç û Seroka MHP'ê ya Bajêr Melîke Gokalp heye, lê belê navê hevserokên HDP'ê yên bajêr tune ye.