STENBOL – Piştî Wezîrê Karên Nvaxweyî vê carê jî Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk got: "Kolana Îstiklalê ji bo Dayikên Şemiyê qedexe ye." Parêzvanên mafê mirovan bertek nîşanî Çelîk dan û gotin, helwesta êrîşkar kiryaran diparêze.
Piştî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, vê carê jî Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk gotin ew ê ji niha û pê ve destûrê nedin çalakiyên Dayikên Şemiyê. Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci û Serokê Fexrî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal bertek nîşanî daxuyaniyên Çelîk dan.
‘EV HELWESTA ÊRÎŞKAR KIRYARAN DIPARÊZE'
Fîncanci, destnîşan kir ku demeke dirêj e ku li hemberî çalakiyên ji bo mafan astengî hene. Fîncanci, bal kişand ser girîngiya çalakiya Dayikên Şemiyê û got: "Di vê çalakiya ku di sala 1995'an de dest pê kir û ji ber êrîşan tim dihat astengkirin, ev mirov di her şemiyê de dihatin binçavkirin û îşkencekirin. Niha ji van dayikan gelek jê mirin. Lê wekî mirovên şemiyê zarok û neviyên wan vê çalakiyê didomînin. Di hefteya 700'emîn de sê nifş bi hev re hatin binçavkirin. Ev helwesta êrîşkar a li hemberî vê daxwaza mafdar kiryarên widnayan diparêze."
‘DIYAR E DÊ DIVÊTIYÊN PEYMANA YE'YÊ BI CIH NEYÎNIN'
Fîncanci, bilêv kir ku di çarçoveyeke wisa de careke din nêzî YE'yê dibin, lê belê ev hewldan hewldaneke bêhûde ye û got: "Çimkî bi helwestên ku rêzê nîşanî mafan nadin, ne mumkun e ku divêtiyên Peymana YE'yê bi cih bînin. Ji ber têkoşîna mafdar a Dayikên Şemiyê DMME'yê gelek caran Tirkiyeyê mehkûm kir. Lê rayedarên hikûmetê niha dîsa diyar dikin ku dê lêpirsîneke çalak neyê kirin. Lê belê ya dikin sûc e."
‘EV HEWLDAN DERÎ MEŞRÛIYETÊ NE'
Fîncanci der barê hedefgirtina Dayikên Şemiyê de got: "Daxwazên demokratîk hemû tên binpêkirin. Gelek siyasetmedar, parêzer û rojnamevan di girtîgehê de ne. Hemû kesên muxalif bi binçavkirin û girtinê re rû bi rû ne. Muxalif bûn wekî terorîzmê tê dîtin. Derewan li civakê dikin û di bin navê têkoşîna li hemberî terorê de dixwazin muxalefetê bitepisînin û tune bikin. Helbet Dayikên Şemiyê ji bo Tirkiyeyê semboleke girîng in. Çimkî di salên 90'î de rabûn ser piya û li zarokên xwe geriyan. Têkoşîna ji bo mafên mirovan di heman demê de têkoşîna dayikan e. Ev hewldanên ku tê xwestin dayikan derî meşrûiyetê bihêlên derî meştûiyetê ne."
‘TIRSIYAN KU DÊ BÊÎTAATIYA SIVÎL LI HIN QADÊN DIN JÎ BELAV BIBE'
Serokê Fexrî yê Giştî yê ÎHD'ê Akin Bîrdal, diyar kir ku xizmên windayan di heman demê de li edalet û demokrasiya windayî jî digerin û got: "Bi êrîşa li hefteya 700'emîn xwestin rê li ber lêgerîna jib o rastiyê bigirin. Ev çalakî li Tirkiyeyê mînaka herî dirêj û baş a cvîna demokratîk û aştiyane û bêîtaatiya sivîl e. Tirsiyan ku dê ev bêîtaatiya sivîl û berxwedana mafdar li hin cihên din jî belav bibe û loma xwestin biçewisînin û bitepisînin."
‘DIVÊ MEKANÎZMAYÊN VENIHÊRÎNÊ YÊN NAVNETEWEYÎ TÊKEVIN DEWRÊ'
Bîrdal, destnîşan kir ku demildest divê mekanîzmayên venihêrînê yên navnetewî têkevin dewrê û got: "Çimkî Tirkiye hukma ku civînên demokratîk û aştiyane ne girêdayî destûrê ne qebûl kiriye. Ev yek di Şerta Parîsê, Danezana Viyanayê û belgeyên mafên mirovan ên din de aşkere ye. Qedexekirina vê çalakiyê û çalakiyên ku dên bên kirin, nîşan dide ku ne li gorî hiqûqa wan e jî." Bîrdal, bank li mekaznîmayên venihêrînê yên navneteweyî, saziyên hiqûqê û baroyên li Tirkiyeyê kir û got: "Ji bo belgeyên navneteweyî têkevin dewrê divê tev bigerin."