STENBOL – Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît, diyar kir ku li Tirkiye û cîhanê şidet û şer heye û ew di nêvengeke wisa de Roja Aştiyê ya Cîhanê pêşwazî dikin û got: "Em li benda hemû kesên ku ji rewşa heyî ya welat nerazî ne ku werin qadên 1'ê Îlonê."
Dê bi tevkariya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), HDP û pêkhateyên wê, DÎSK, KESK, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), EMEP, EHP, Malên Gel, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê û gelek partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk û komele di 2'yê Îlonê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li dar bixin. Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser girîngiya mîtîngê û ji bo beşdarbûyînê bang li herkesî kir.
‘EM DI NÊVENGEKE ŞER DE AŞTIYÊ PÊŞWAZÎ DIKIN'
Koçyîgît, bilêv kir ku i Tirkiye û cîhanê şidet û şer heye û ew di nêvengeke wisa de Roja Aştiyê ya Cîhanê pêşwazî dikin û got: "Nemaze rewşa ku jê rê dibêjin Bihara Ereban a di 2011'an de çêbû û hem ji aliyê hêzên statukoparêz ên heêmê û hem jî ji aliyê hêzên navnetewî ve veguherî rewşeke dij şoreşê û şerê 40 salan ê ji ber pirsgirêka kurd rû da bi awayekî cidî bandorê li herkesî dike. Em jî di vê nêvenga şerî de dijîn û hatiye asteke ku bandorê li herkesî dike."
‘GAVA EWIL A JI BO AŞTIYÊ'
Koçyîgît got: "Taliyê pêdiviya me bi aştî û aramiyê heye. Divê em vê yekê bînin ziman." Koçyîgît, destnîşan kir ku ji bo mirov behsa aştiyê bike divê dawî li şer bê û got: "Divê faşîzma li welat bi paş ve gav bavêje ku em behsa aştiyê bikin. Lê belê niha dijderketina li dijî şer gava ewil a ji bo aştiyê ye. Di vê çarçoveyê de divê bê zanîn ku em di 1'Ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li dijî şer derdikevin û vê yekê qebûl nakin. Çimkî em baş dizanin ku ne ji bo pirsgirêka kurd ne jî ji bo pirsgirêkên li herêmê atmosfereke aştiyê tune ye. Lê belê ev nayê wateya ku pêdiviya civakê bi aştiyê tune ye."
‘1'Ê ÎLONÊ JI HER CARÊ BÊTIR GIRÎNG E'
Koçyîgît, anî ziman ku herkes bilêv dike ku divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û ji bo vê jî pêdivî bi têkoşînê heye. Koçyîgît, diyar kir ku tenê bi gotina bila aştî pêk bê aştî pêk nayê, ev yek tebê bi avakirina pergaleke demokratîk dikare pêk bê. Koçyîgît, anî ziman ku niha ji her wextî bêtir pêdiviya wan bi aştiyê heye û got: "Îsal 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji her wextî pêtir girîng e. Em ê di 1'ê Îlonê de li qadan ji polîtîkayên şerî re bêjin na." Koçyîgît, destnîşan kir ku ji bo vê qad çi qas tije bin, dê hêza kesên li dijî şer bêtir derkeve holê û got: "Loma 1'ê Îlonê ji her wextî girîngtir e."
‘DIVÊ EM DENGÊ AŞTIYÊ BILIND BIKIN'
Koçyîgît, anî ziman ku sedema krîza aborî polîtîkayên şer ên AKP'ê ne û got: "Divê em van teşhîr bikin. Di êrîşên li dijî HDP û hilbijêrên wê de jî nîşan dide ku şer û şidet b»ye awayî rêveberiya AKP'ê. xwedîderketina li qadên 1'ê Îlonê tê wateya îtiraza li polîtîkayên şer û şideta faşîzma AKP û MHP'ê. Em li benda hemû kesên ku ji rewşa heyî ya welat nerazî ne ku werin qadên 1'ê Îlonê."
MA / Muhammet Dogru