* Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît, diyar kir ku li Tirkiye û cîhanê şidet û şer heye û ew di nêvengeke wisa de Roja Aştiyê ya Cîhanê pêşwazî dikin û got: "Em li benda hemû kesên ku ji rewşa heyî ya welat nerazî ne ku werin qadên 1'ê Îlonê."
* Parêzer Ahmet Baran Çelîk, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxand û destnîşan kir ku dadgeh dikarin ji bo girtiyên nexweş erka xwe ya texdîrê bi kar bînin û wan berdin.
* Piştî Wezîrê Karên Nvaxweyî vê carê jî Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk got: "Kolana Îstiklalê ji bo Dayikên Şemiyê qedexe ye." Parêzvanên mafê mirovan bertek nîşanî Çelîk dan û gotin, helwesta êrîşkar kiryaran diparêze.
* Di lîsteya protokolê ya malpera fermî ya Walîtiya Dersimê de, navê serokê bajêr ên AKP, MHP û CHP'ê ku di meclîsê de komên wan hene cih digirin, lê belê navê hevserokên HDP'ê yên bajêr tune ne.
* Seroka Komeleya Freunde Helfen Ferunden Aygul Aras, destnîşan kir ku ji sala 1938'an ve nêrîna ji bo Dersimê neguheriye û erdnîgariya bajêr bi polîtîkaya sêyemîn a xalîkirina ji mirovan re rû bi rû ye.
* Partiyên siyasî û KCD'ê bal kişandin ser girîngiya mîtînga "1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê" ku dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin û ji bo tevlîbûnê bang li herkesî kirin.
* Di serdema nû ya Meclîsê de di du mehan de 405 pêşniyazpirs hatin berpêşkirin, lê belê ji vana tenê 5 jê hatin bersivandin. Ji pêşniyazpirsên hatin berpêşkirin tenê 5 jê hatin bersivandin û ya ku ewil hat îadekirin jî pêşniyazpirsa der barê şert û mercên girtîgehê û binpêkirinên mafan ên rojnamevanên girtî bi wan re rû bi rû dimînin.
* Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê ji bo mîtinga herêma Marmara ku di 2'ê Îlonê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê pêk bîne dê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)
* Dayikên Şemiyê û Mirovên Aştiyê ku di 27'ê Gulana 1995'an de li Qada Galatasarayê dest bi çalakiya Şemiyê kir, dê der barê qeexeyan de li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê têkildarî mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ku li qada Îstasyonê pêk bîne dê li ber avahiya AZC ya Ofîsê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)
* Beriya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê dê li Parka Mehmet Ayvalıtaş ya Kadikoye Şahiya Aştiyê dê bê lidarxistin. (17.00)