AMED - Parlementerên HDP'ê û siyasetmedar ji bo 1'ê Îlon Roja Aştiyê ya Cîhanê belavok belav kirin. Her wiha di dema belavkirina belavokan de polîsan hewl da siyasetmedaran asteng bikin.
Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier jî di nav de gelek siyasetmedar îro jî li Amedê ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê belavok belav kirin û gel vexwandin mîtînga 1'ê Îlonê ku dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin. Belavok li Taxa Îplîk a navçeya Yenîşehîrê û Kolana Lîseyê li esnaf û welatiyan hatin belavkirin.
Her wiha dema parlementer û siyasetmedaran belavok belav dikirin, polîsan xwest astengiyan derxin, lê belê siyasetmedaran bertek nîşan da. Lê di dema belavkirina belavokan de polîsan tim wêneyên koma ku belavok belav dikirin kişandin.