ÇEWLIG – Hat zanîn ku rewşa Mehmet Saîd Yildirim ê li Girtîgeha Îmraliyê 9 roj bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ma, rewşa tenduristiya wî ber bi nebaşiyê ve diçe.
Parlamenterê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr anî ziman ku girtî Mehmet Saîd Yildirim ê li ser daxwaza fermana taybet a Wezareta Dadê xistine hucreyê rewşa tenduristiya wî ber bi nebaşiyê ve diçe. Aydemîr diyar kir ku li gel rapora “di hucreyê de nikare bimîne” jî rewşa Yildirim wan dixe nafa fikaran 3u got: “Temenê wî 65 salî ye û nexweşîna dil pê re heye. Nexweşînên piş û tansiyon û gellek nexweşînên din pê re hene. 24 sal e girtiyek siyasî ye. Heta niha li gellek girtîgehan maye. Herî dawî wî di meha gulanê de sirgûnî Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa F a Kiriklara Bucaya Îzmîrê kirin. Li gel nexweşînên wî hatine teşhîskirin jî rapora ‘dikare di di hucreya yek kesî de bimîne’ danê.”
‘LI DIJÎ HIQÛQÊ YE’
Aydemîr got bipêkirina li dijî Yildirim li dijî hiqûqê ye û ev pêkanîn metirsiyên wan zêde dikin û xwest demildest şert û mercên wî bên başkirin.
9 ROJ LI ÎMRALIYÊ MABÛ
Yildirim di pêvajoya çareseriyê de li ser daxwaza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê adara 2015’an de di çarçoveya peywîra sekreterya de şandin Girtîgeha Îmraliyê. Yildirim li Girtîgeha Îmraliyê 9 roj bi Ocalan ra ma. Pişt re ji ber nexweşîna dil wî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Boluyê kirin. Piştî Boluyê wî sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê kirin. Her dawî jî wî ji Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Odemîş a Îzmîrê kiribûn.