AMED – TUM BEL-SEN û Desteya Kordînasyona Bajêr a TMMOB’ê ji bo şer bi dawî bibe û cihê xwe ji aştiyê re berde banga beşdariya mitînga aştiyê ya dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin kir.
Bi pêşengiya hin partiyên siyasû rêxistinên civakî yên sivîl dê roja Şemiyê li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bê lidarxistin. TUM BEL-SEN û Desteya Kordînasyona Bajêr a TMMOB’ê ji bo şer bi dawî bibe û cihê xwe ji aştiyê re berde banga beşdariya mitînga aştiyê ya dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin kir.
Hevserokê Şaxa TUM BEL-SEN’ê ya Amedê Bakî Ondeş daxuyanî da û diyar kir ku tu feydeya şer ji civakê re tune ye û berevajî şer jî aştî ji bo civakê qenciyê tîne. Ondeş da zanîn ku şer bandorek mezin li ser kedkar û karkeran dike û got: “Em dixwazin di nava jiyanek demokratîk û aram de bijîn. Ji bo vê jî em ji şer re dibêjin na. Di vê pêvajoyê de aştî elzem e. Em ji şerê desthilatdaran re dibêjin na. Şer bandorek neyînî li ser jiyana hemû civakan dike. Ji bo dawî li şer were, em hemû kesî vedixwînin mitînga aştiyê ya li Qada Îstasyonê.”
Sekreterê Desteya Kordînasyona Bajêr a TMMOB’ê Dogan Hatun jî bal kişand ser girîngiya mitînga aştiyê û roja aştiyê û got ji bo dawî li şer were divê hemû kes dengê xwe derxe.