SEMSÛR – Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Komurê ya DBP’î kir. Bi şaredariya Komurê re hejmara şaredariyên DBP’ê yên qeyûm hatin tayînkirin derket 97’an.
Li Semsûrê piştî 4 leşker jiyana xwe ji dest dan, di 20’ê tebaxê de Hevşaredarê DBP’ê yê Bajarokê Komurê ya Semsûrê Huseyîn Yuka bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” hatibû girtin. Wezareta Karê Hundir, Alîkarê Waliyê Semsûrê Adem Kaya wek qeyûm tayînî Şaredariya Komurê hat kirin.
Hevşaredar Yuka di 17’ê tebaxê de ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve ji peywîrê hatibû girtin.
Bi şaredariya Komurê re hejmara şaredariyên DBP’ê yên qeyûm hatin tayînkirin derket 97’an.