MÛŞ – Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan û Wekîlê Serokên Meclîsê yê HDP’ê Mîthat Sancar di nav de heyeta HDP’ê xwest biçe şîna Koçer Ozdal. Heyetê bi hinceta “Herêma Ewlehiya Derbasdar” a ji aliyê Walîtiya Mûşê ve hat îlankirin bernedan gund.
Îro jî heyeta ji HDP’ê pêk dihat xwest biçe şîna girtiyê nexweşîna penceşêrê Koçer Ozdal ê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da ya li gundê Kêrsê ya bi ser navçeya Gimgima Mûşê ve. Lê leşkeran carek din heyeta HDP’ê asteng kir. Heyeta ji Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan û Wekîlê Serokên Meclîsê yê HDP’ê Mîthat Sancar, parlamenterên HDP’ê Şevîn Coşkun, Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, Mahmut Celadet Gaydali, Saît Dede, Abdullah Koç, Habîp Eksîk, hevserok û rêveberên rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên bajarên herêmê ber bi gund ve derketin rê. Heyet ewil li nokteya li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Gimgimê hatiye danîn hat sekinandin û polîsan kontrola nasnameyan kir. Heyet carek din derket rê û vê carê jî li gundê Înakê hat sekinandin. Leşkeran rê li heyetê girt û bi hinceta “Herêma Ewlehiya Derbasdar” a ji aliyê Walîtiya Mûşê ve hat îlankirin destûra çûyînê neda.
Sekna heyeta HDP’ê ya li nokteya leşkerî dewam dike.