STENBOL - Rêxistina Efûya Navneteweyî, der barê êrîşa li dijî 700'emin Çalakiya Dayikên Şemiyê nirxandin kir û xwest mafê çalakiya Dayikên Şemiyê bê parastin û mîsogerkirin.
Rêxistina Efûya Navneteweyî, der barê êrîşa li dijî 700’emîn çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê daxuyanî da. Rêxistinê diyar kir ku polîsan hêzek neheq û pir zêde bikar anîye û muameleya xerap pêk anîye. Rêxistina Efûyê ji Tirkiye xwest li dijî vê êrîşê divê bi lez lêpirsinek bê alî û çalak bê destpêkirin. Rêxistinê da zanîn ku daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir ya der barê dayikan de wan dixe nava fikaran û wiha got: "Her kes xwedî maf e ku mafê xwe yê azadiya ramanê, çalakiyên aştiyane pêk bine. Divê çalakiya 1'ê Îlonê û çalakiyên piştî wê jî bên parastin û çalakiyên Dayikên Şemiyê ku rewa ne divê bên parastin û mîsogerkirin. Polîsan li Stenbolê di 25'ê Tebaxa 2018'an de êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê kir. Li dijî çalakiya aştiyane û rewa tundiyek bê sînor û neheq bikar anî. Her hefte çalakiya şermezarkirinê ya aştiyane tê lidarxistin. Ji sala 1995'an heta niha li Qada Beyoglu tê lidarxistin. Vê carê bi armanca balê bikişînin ser çalakiya 700'emîn çalakî pêk anin. Çalakiyên ku demek dirêjin tê lidarxistin piştî di salên 1980-90'an de bi sedan mirov hatin windakirin dest pê kir. Bi armanca aqûbeta bi sedan windayên bi zorê hatin windakirin Dayikên Şemiyê dest bi çalakiye kirin. Lê hêj berpirsiyar nehatin dîtin û nehatin darizandin.
Polîsan li dijî xizmên kesên bi zorê hatin windakirin, parlamenter, rojnameger, parazvanên mafên mirovan û kesên li qadê kom bûn, gaza îsotê, ava şit, guleyên plastîk û tundiyek hişk bikar anî. Di çalaiyê de 47 kes hatin binçavkirin û rastî muameleya xerab hatin. Piştî îfadeya wan hat girtin di heman rojê de serbest hatin berdan. Divê li diji polîsên ku ji bo mafê xwe yê rewa kom bûn tundiya bê sînor û hişk bikar anî divê bi lez lêpirsîn bê destpêkirin.
Divê rayedar çalakiya Dayikên Şemiyê ya rewa ku her hefte li Qada Galatasarayê kom dibin têxin bin parastin, ewlehiyê û mîsoger bikin."
12 KESAN SERÎ LI TÎHV'Ê DAN
Rêxistina Efûyê da zanîn ku ji 47 kesên hatin binçavkirin 12 kesan serî li bijîşkê TÎHV'ê daye û wiha berdewam kir: "12 kesan serî li TÎHV'ê dan. Bijîşken TÎHV'ê diyar kirin ku ji ber zora polîsan tiliya kesekî û milê kesekî şikestine. 12 kes demek dirêj bi helepçeyê hatine girtin. Hin kes ji ber derbkirinê bi giranî birîndar bûne. Kesên ku rastî tundiyê hatine dê der barê polîsan de gilî bikin. Van kesan mafê xwe yê meş û xwepêşandanê parastine.
divê kesên tundî bikar anîne bên darizandin û erka hiqûqê bê cih. Dîsa divê mafê çalakiyê ya Dayikên Şemiyê bê parastin û mîsogerkirin."
Rêxistinê herî dawî da zanîn ku ji ber vê êrîş û tundiyê bikar in.