ÊLIH – Pêkhateyên Platforma Demokrasiyê ya Êlihê banga beşdariya mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê li Amedê bê lidarxistin kir.
Pêkhateyên Platforma Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin daxuyaniya çapameniyê da. Daxuyanî li serê Kolana Gulîstanê pêk hat. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran, Necdet Îpekyuz, Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr yê ji peywîrê hat girtin, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, rêveberên HDP û DBP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn.
'EM JI TECRÎDA RE BÊJIN NA’
Parlamenter Feleknas Uca beriya daxuyaniyê axivî û bang li aştîxwazan kir ku di 1’ê Îlonê de dakevin qadan û got: “Tifaqa AKP û MHP’ê îro şer li gelan daye ferzkirin. Vê tifaqê li dijî HDP’ê zextên xwe didomîne û lê wê bi ser nekeve. Heman tifaq îro li Îmraliyê tecrîdek mezin pêk tîne. Di heman demê de bi vê tecrîdkirinê re tevahiya Tirkiyeyê û aştiyê tê tecrîdkirin. Di 1’ê Îlonê de dê em ê li Amedê ji tecrîdê re bêjin na û em ê dengê aştiyê bilind bikin.”
'EM Ê BÊJIN AŞTÎ Û AZADÎ’
Piştî Uca, Hevserokê Şaxa SES’ê Denîz Topkan daxuyanî da, banga beşdariya mitînga aştiyê ya di 1’ê Îlonê de li Amedê dê pêk bê kir û got: “Di van rojan de hemû civakan û baweriyan li dijî hev dikin dijmin. Ji bo em xwedî li 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê derkevin, têkoşîna aştiyê xurttir bikin û aştiyê bikin para hemû dinyayê berpirsyariya me heye. Ji bo em erka xwe ya pêkhatina aştiyê pêk bînin, em ê têkoşîna xwe ya azadî, demokrasî û aştiyê mezintir bikin. Tevî hemû tiştî jî em ê bêjin aştî û azadî.”