STENBOL – Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê bertek nîşanî daxuyaniya “Kolana Îstîklalê li Dayikên Şemiyê qedexe ye” ya Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk da û got: “Wê Dayikên Şemiyê dev ji lêgerîna windayan û daxwaza edaletê bernedin.”
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî daxuyaniya “Kolana Îstîklalê li Dayikên Şemiyê qedexe ye” ya Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gotinên Çelîk navtêdanê dike û wiha hat gotin: “Astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê dixwazin ser heqîqetê binixumînin û kiryaran biparêz in. Dixwazin çalakiyek aştiyane ya bêîtatiya sivîl provoke bikin. Dixwazin bi van daxuyaniyan civakê di nava aloziyê de derbas bikin. Em dibêjin çalakiya Dayikên Şemiyê ya 23 sal û 3 meh in dewam dike dê tevî hemû astengî û mudaxeleyan jî bi serbilindahî û hêzdar dewam bike. Tu gotin nikare lêgerîna edaletê qirêj bike. Wê Dayikên Şemiyê dev ji lêgerîna windayan û daxwaza edaletê bernedin.”