ŞIRNEX – Li Silopî Asmîn Manteş a 7 salî ku bi ceryanê ve zeliqî jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Takiyan a girêdayî navçeya Silopî ya Şirnexê Asmîn Manteş a 7 salî li serşoka malê destê xwe bi alava avê germ dike ve danî û bi ceryanê ve zeliqî. Asmîna biçûk a giran birîndar bû malbata wê ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Silopî. Manteş tevî hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin û jiyan xwe ji dest da.