ŞIRNEX – Li çoltera navçeya Elkê pêr bi beşdariya bi sedan esker û cerdevan operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Operasyona eskerî her ku diçe berfirehtir dibe.
Demek ki beriya niha çolterên navçeya Elkê ya Şirnexê di bin navê “Herêma Ewlehiya Taybet” de li çûnehatê hatin qedexekirin. Li herêma Kato Jîrka pêr operasyona eskerî hat destpêkirin. Operasyona bi beşdariya bi sedan esker û cerdevan destpêkirin didome.
Ji qereqolên derdorê bênavber herêm tê topbarankirin. Operasyon li herêma Faraşînê ya li sêgoşeya Şirnex, Wan û Colemêrgê û li herêma Kato Marînos a di navbera Şirnex û Colemergê de berfireh dibe.
Sewqiyata eskerî ji bo herêmê tê kirin û hat zanîn ku Maşîneyên Hewa yên Bêmirov (ÎHA) li herêmê keşfê dikin.