ENQERE - Xwişka Veysel Guney a 37 salin li hestiyê birayê xwe digere Meral Karakuş, diyar kir ku dayika wê bêyî hestiyê kurê xwe bibîne koç kir û wiha got: “Tenê derd û hesreta Dayikên Şemiyê ditina zarokên wan e. Kîjan dayik naxwaze zarokê xwe yê winda bibîne?"
Dayikên Şemiyê 25'ê Tebaxê di hefteya 700'î de xwest çalakiya xwe ya li Qada Galatasarayê berdewam bikin û dîsa aqûbeta windayên ku di bin berpirsiyariya dewletê de hatin windakirin bipirsin. Lê polîsan bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu êrîşî dayik û mirovên şemiyê kiribûn. Polîsan di êrîşê de gelek dayik û mirav derb kirin û 47 mirovên şemiyê binçavkirin û dîsa berdan. Bertek û nerazibûnên dayik û malbatan ên li dijî helwesta hikûmetê didome. Rayedarên hikûmetê duh diyar kirin ku çalakiya Dayikên Şemiyê ku li Qada Galatasarayê ji sala 1995'an heta niha pêk tîne qedexe kiriye û dê êdî destûr nede. Malbat u xizmên windayan bertek nîşanî helwesta dewletê dan û diyar kirin ku ew dê qedexeyan nas nakin û çalakiyên xwe berdewam bikin.
37 SALIN LI HESTIYÊ XIZMÊN XWE DIGERIN
Birayê Meral Karakuş, Veysel Gunay salek piştî darbeya leşkerî ya 1980'an hat binçavkirin û di bin çavan de hat windakirin. Endamê Devrimci Yol Veysel Guney 37 salin winda ye û hêj agahî jê nayê girtin. Xwişka Veysel Meral Karakuş, 37 salin li gora birhayê xwe digere. Piştî Dayika Veysel Zeynep Guney di 2012'an de jiyana xwe ji dest da Meral Karakuş li şuna dayika xwe lêgerîna birayê xwe Veysel berdewam kir. Meral 6 salin li şûna dayika xwe aqûbeta birayê xwe dipirse.
‘HÊJ HEVIYA ME HEYE'
Karakuş, diyar kir ku birayê wê Veysel di 10'ê hezîrana 1981’an de li Dîlokê hat darvekirin û wiha got: "12 sal berê agahî hat ku cenazeyê birayê min li Dîlokê hatiye dîtin. Li ser vê yekê gor hat vekirin û ji bo testê me minaka DNA da. Piştî encama testa DNA hat diyar kirin û gotin gor ne aydî Veysel Guney e xeyalên me şikest. Lê hêj gora Veysel nehatiye dîtin. "
'KÎJAN DAYIK NAXWAZE ZAROKÊ XWE BIBÎNE?'
Karakuş, anî ziman ku bi êrîşa li dijî Dayikên Şemiyê dixwazin heviyên malbatan bişkînin û wiha got: "Dema min di televîzyonê de temaşe kir ez pir xemgîn bûm. Ez giriyam. Dayik binçavkirin. Tişteki pir bi êş û xemgîn e. Ji miriyên me ditirsin. Çima jinek 85 salî binçav dikin. Çima destê wê kelepçe dike. Ji xwe êşên wan besî wan in. Ew dayik dikare çi bike? Ji xwe zarokê xwe winda kiriye. Tenê derdê Dayiken Şemiyê dîtina zarokên wan e. Ma kijan dayik naxwaze zarokên xwe bibine."
'DAYIKA MIN BI WÊ ÊŞÊ MIR'
Karakuş, anî ziman ku dayika wê Zeynep Guney her dem bi telefon an jî bi nameyan beşdarî çalakiyên Dayikên Şemiyê dibû û wiha got: "Dayika min bêyî ku kurê xwe Veysel bibîne û jiyana xwe ji dest da. Dayika min her dem xwest gorek kurê wê hebe. Xwest li ser gora kurê xwe bigirî. Lê tevî vê êş û hesreta xweçû. Tundiyali dijî Dayikên Şemiyê pêk hat, weki li dijî dayika min pek hatibe. Kengî min gora birayê xwe dît ez dê daxwaza dayika xwe pêk bînim. Ji ber ku gora birayê min Veysel nehatiye dîtin, me li bajare xwe Meletiyê gora birdarî çêkiriye. Her sal di 10'ê Hezîranê de em diçin wê bîrdariyê ziyaret dikin û wî bibîr tînin. Lê tehamulî gora bîrdarî jî nakin. 37 sal derbas bûn, lê êşa me hêj germ e. Em dixwazin gora Veysel bê dîtin û li ser dua bikin. Ger ku me hestiyen wî dît, em dê li tenişta rêya gundê xwe defin bikin. Em dê kulma bi stêrk li ser kevirê gora wî bikolin.
MA / Dîren Yurtsever