AMED / ÎZMÎR – Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Amedê ji bo mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê belavokan belav kir û gel vexwendin mitîngê. Li Îzmîrê jî ji bo çalakiyên 1’ê îlonê daxuyanî hat dayîn.
Rêxistinê HDP û DBP’ê yên Amedê ji bo mitînga aştiyê ya dê roja Şemiyê li Qada Îstasyonê mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê belavokan beşdariyê belav kirin. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê û parlamenterên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel, Remziye Tosun û Îmam Taşçier çûn Bazara Heywanan a Sûrê û belavokan li welatî û esnafan belav kirin. Welatiyan heyeta HDP’ê û DBP’ê bi kêfxweşî pêşwazî kir. Parlamenter û rêveberan banga beşdariya mitîngê li welatiyan kirin.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê jî Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê ji bo Roja 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan çalakî û şahî bê lidarxistin, banga tev li bûnê hat kirin. Hevseroka HDP’a Îzmîrê li ser girîngiya 1’ê Îlonê axivî û banga beşdariya çalakiyên dê li dar bixin kir.